Li Silêmaniyê komxebata sedsaliya Lozanê

Li Silêmaniyê Nûnertiya KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî li ser sedsaliya Peymana Lozanê û çarenûsa Kurdan komxebatekê li dar dixe.

Li Silêmaniyê komxebata sedsaliya Lozanê
17 hezîran, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hola Emnesûreke ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûr, bi dirûşma ‘Di Sedsaliya Lozanê de Kurd bi hev re jiyanê li Rojhilata Navîn dike çareserî’ komxebatekê bi tevlêbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskîrî li dar dixe.

Komxebat ji du beşan pêk tê. Beşa yekem li ser ‘Venêrîneke Yasayî û Dîrokî li ser Lozanê’ ye. Beşa duyemîn bi sernavê ‘Encamên Siyasî yên Lozanê yên niha û siberojê’ ye.

Li ser navê KNK’ cigirê hevserokê KNK’ê peyamek da û got: “Armanca KNK’ê ew e ku  yekrêziyek nava partiyan de ava bike, bibe sêwanek ji bo gelê Kurd. Berjewendiyên gel, xak û neteweyî xeta sor a hemû partiyane be. Dema me ev kir, em dikarin serkeftinê bi dest bixin. Li şûna em dest bidin dijmin xaka xwe dagirk bikin, dest  bidin destê hev û li dijî dijmin rabin.”

Piştre panelîstan li ser babetên xwe nirxandin kirin.

'LI BAŞÛR PÊWÎSTÎ BI SÎSTEMEKE XURT A RAST HEYE'

Kardo Mihemed anî ziman ku peyman çarenûsa gelan diyar dik û got:'' Dema em temaşeyî Peymana Lozan  bikin, berjewendî hişt ku  siberoja gel têk biçe. Divê em derfetan ji dest nedin. 32 sal  desthilat me heye, me çi kiriye ku ji bo gelê Kurd stratejiyek baş bidest bixin. Me ev nekir.  Me sûd ji derfetên navneteweyî negirt. Di têkoşîna gelê Kurd de  jin çûn ser dika dîrokî ku bû hêviya gelan, me sûd bi qasî pêwîst jê negirt. Ewqas  me berdêl da me encam zêde negirt. Pêwîstiya me li Başûr bi sîstemeke  xurt ya rast heye. Divê em bîr li stratejiya neteweyî bikin. Sûdê ji cêwazî yek negirin bixin berjewendiyên giştî.''

'LOZAN BERHEMA NEBÛNA YEKITIYA KURDAN E'

Bilêse Cebar jî ev nirxandin kir: ''Li vir pirsa her girîng ew e ku gelo Peymana Lozan dawî bibe yan na? A rast di peymana Lozanê de tu made nîne ku tê de bê nivîsîn ku bê hilweşandin. Eger ne hilweşe  divê çi bikin? Tirkiye niha û berî sedsal ji hev cuda ye. Li gorî desthilata niha ya Tirkiye dawî  li dema Ataturk hatiye, li gorî Tirkiye Lozan ji bo wan  zerer bû, sînorê wê kêm kiriye. Ji bo vê divê Tirkiye çi bike. Ji bo hinek made û peymanên din derfet dide hinek xal bê guherîn. Herêma xwe zêde bike û desthilata xwe zêde bike. Du  bendên Lozanê dihêle ku Tirkiye sûdê jê bigre, bi vê yekê xakê Rojava dagir kiriye. Em dizanin li vir guherîn bikin, a li hatayê kirî dubare bike. Vê yekê bi referandûm û parlementoyê bike. Bi vî rengî Mûsil dikare dagir bike û heman demê gelek deverên Başûr dagir kiriye. Lozan berhema xweperestî û nebûna yekitiya Kurdan bû.

'EZMÛNA ROJAVA DIKARE DAWÎ LI KRÎZÊN ROJHILATA NAVÎN BÎNE'

Nûnerê PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal jî got: ''Dema qala gelê Kurd bikin, divê qala çar dewletan bikin. Li Başûr sîstema federal û dîsa xweseriya li Rojava dikare bibe sûdek baş ji bo qada navneteweyî encam bigre. Ezmûna Rojava dikare dawî li krîzên Rojhilata Navîn bîne. Ji bo Kurdistana mezin Kurd niha li her çar parçeyan xebat dike ji bo parastina mafê xwe piştre piştevanî bide hev ji."

Piştî nirxandinan, beşdar nêrîn û pêşniyarên xwe parve dikin.