​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn

Ji kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê û Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê Dilsoz Hebîb (Axîn Amûdê) li Amûdê hat bibîranîn.

​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
​​​​​​​Şehîd Axîn Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
17 hezîran, 2023   11:37
QAMIŞLO

Kadroya pêşeng a Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê û Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê Dilsoz Hebîb (Axîn Amûdê) ku 12'ê Îlona 2022'yan di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê hat bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ve li ber mala şehîd Axîn Amûdê ya li gundê Senceqa Sadûn hat lidarxistin.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zêwer Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Axîn û tevahî malbatên şehîdan re xwest.

Zîwer Elî berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got: "Gerîla bedena xwe dikin pira ber bi azadiyê ve, ji ber vê yekê ew in wateya rasteqîn a fedaîtiyê li Kurdistanê."

Keça xalê şehîd Axîn Civîn Hebîb jî hin gotinên şehîd Axivîn bi bîr anîn û got: "Şehîd Axîn digot ji bo azadiya welat bend hene. Ev bend, fedaîtî û dayîna berdêlan e. Digot ez ê tev li berxwedan û têkoşîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibim.”

Civîn Hebîb diyar kir ku ew bi şehadeta şehîd Axîn serbilind e û dê rêya wê bişopîne.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê ya şehîd Axîn xwend û radestî malbatê kir.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG'ê duh ragihandibû ku kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê û Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 12 û 19'ê Îlona 2022'an de di êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.

(bb)