Têkildarî êrişa li ser nexweşxaneya Til Rifetê daxuyanî

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ragihand ku di êrişa li ser nexweşxaneya Til Rifetê de 4 sivîl birîndar bûne.

Têkildarî êrişa li ser nexweşxaneya Til Rifetê daxuyanî
16 hezîran, 2023   17:01
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di saet derdora 17:30'an de navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê da ber topan û nexweşxaneya navçeyê kir hedef. Li gorî agahiyên ku hatibûn bidestxistin di topbaranê de birîndar çêbûne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser nexweşxaneya navçeya Til Rifetê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişê de yek ji xebatkarên nexweşxaneyê bi giştî 4 sivîl birîndar bûne.

Daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê wiha ye:

''5 sal in dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe ya li dijî herêma Şehbayê didomîne ku bi sedhezaran welaityên sivîl ên ku bi darê zorê koçber bûne, lê dimînin. Di van demên dawiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi balafirên bê mirov, tank û hawanan li ser herêmê dijwartir bûne.

Îro danê nîvro dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovî bin pê kirin û nexweşxaneya navçeya Til Rifetê ya ku tevî dorpêça giran a li ser herêmê bi dehan nexweşan, pêşwazî dike, topbaran kir. Di encamê de yek  ji wan xebatkarê nexweşxaneyê ye, bi giştî 4 sivîl birîndar bûn.

Navên birîndaran: Muxlis Ehmed Nasan (25), Ebdullah Ebdurehman Murad (40), Mihemed Hemîd (45), Mistefa Hesen (27).  Rewşa du birîndaran giran e.

Em van êrişên faşîzane şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin bila êrişên xwe yên hovane li ser herêmê rawestîne."

(bb)

ANHA