​​​​​​​Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî

Li Kobanê derdora 30 hektar zeviyên genim şewitî.

​​​​​​​Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
16 hezîran, 2023   15:34
KOBANÊ

Li taxa Kaniya Kurdan a dikeve rojhilatê bajarê Kobanê agir bi zeviyên genim ket.

Cotkaran diyar kir ku agir derdora 30 hektar zeviyên genim û hinek baxçeyên li taxê da ber xwe.

 Beriya ku şewat zêdetirî 120 hektarî bide ber xwe, erebeyên agirkujiyê şagir vemirandin.

Sedema şewatê nehat zanîn.

(bb)

ANHA