`Werin em piştgiriya gerîla bikin û têkoşînê li tevahî qadan mezin bikin`

Şêniyên Dêrikê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin û bang li tevahû gelên bindest kirin ku piştgiriya berxwedana gerîla bikin û ji bo têkbirina êrişan li qadan bin û têkoşînê mezin bikin.

`Werin em piştgiriya gerîla bikin û têkoşînê li tevahî qadan mezin bikin`
16 hezîran, 2023   03:48
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HPG`ê ku 14`ê Hezîranê daye, artêşa Tirk a dagirker pêvajoya agirbestê bin pê kir û êrişên xwe yên dagirkirinê domandin bi taybet li herêmên Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker 4 hezar û 848 caran di aliyê bejahî û hewayî û 224 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyawî êriş herêmê kir.

Di encama berdewamkirina êrişên dagirkeriyê de, hevserokatiya Desteya Rêveber a Civata Kurdistanê (KCK) 13`ê Hezîranê biryar da ku agirbesta piştî erdheja 6`ê Sibatê û di hilbijartinan de dirêj kiriye, bi dawî bike.

Di vê çarçoveyê de şêniyên bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kirin ku ew bi biryara bidawîkirina agirbestê re ne.

Welatiyê bi navê Mehmûd Kalî destnîşan kir ku berxwedana li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, berxwedaneke bi rûmet e û wiha domand: “Gerîla parêzvanên gelê Kurd û Kurdistanê û tevahî gelên bindest in. Ji ber wê, dijmin êrişên xwe zêde dike ji bo ku vîna gerîla bişikîne û hegemoya xwe ferz bike.”

Tevahî gelan banga piştgiriya gerîla kirk u têkoşînê li qadan mezin bikin û êrişên dagirkirinê yên li dijî herêmê têk bibin.

Welatiya bi navê Hediye Mihemed têkoşîn û berxwedana gerîla silav kir û got: “Gerîla ji bo parastina mirovahî û rûmeta gelan, destanên lehengiyê nivîsandin.”

Hediye wiha domand: “Dijminên gelan, li ser rêgezên xwe yên dagirkeriyê bi israr in. Bi piştgiriya gerîla em ê li hember wê rêgezê bisekinin. Em dê ala berxwedanê bilind rakin heta ku serkeftin û azadî bi dest bixin.

Welatiyê bi navê Elî Hecî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin û bang li tevahiya beşên civakê kir ku piştgiriya gerîla bikin, ji bo ku projeya demokratîk a azad biparêzin ku ji bo berjewendiya tevahiya gelên Kurdistanê ye.

(şx)

ANHA