​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî

Yek ji Dêrikê, yek ji Tirbesipiyê, yek ji Qamişlo derket rê. Hersê di nava malbatên welatparêz û têkoşer de mezin bûn. Bi rêzaniya xeta azadiya jinê, bi armanca jiyanîkirina bîranînên şehîdan û serxistina armancên wan dest bi rêwîtiyê kir û hêviya azadiyê li Bakûr û Başûrê welat belav kir.

​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
​​​​​​​3 jin yek rê yek hêvî
16 hezîran, 2023   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN-HÊLÎN EYLUL

Gerîlayên HPG/YJA-Star Canda Çiya (Jiyan Ebdullah), Zîlan Amed (Sozdar Osê) û Roj Qamişlo (Xezal Muhammed) 3 jinên ciwan ên ji Rojavayê Kurdistanê ne. Canda Çiya ji Tirbesipiyê, Zîlan Amed ji Dêrika Hemko û Roj Qamişlo ji Qamişlo ye.

Hersê têkoşer jî di nava malbatên welatparêz de mezin dibin. Hersê jî bi bandora têkoşîna azadiya Kurdistanê, xeta azadiya jinê û rêzaniya şehidan tevlî têkoşînê dibin. Wekî her zarokek û jinek Kurd ew jî bi jiyan û têkoşîna şoreşgerên Kurdistanê rêya xwe diyar dikin. Hevpariya hersêyan jî naskirina rêya heqîqetê, jiyanîkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û serxistina hêviyên şehîdên ku li ser şopa wan dimeşin e. Hersê jî bi destpêkirina Şoreşa 19’yê Tîrmehê re tevlî têkoşîna azadiyê dibin, qasî hedefên xwe rêya xwe jî mezin dikin û bere xwe didin çiyayên Kurdistanê. Yek li herêma Serhedê ya bakûrê welat, 2 jî li başûrê welat digihîjin şehadetê. 

ŞEHÎD ZÎLAN NAVÊ 3 ŞEHÎDAN RAKIR

Zîlan Amed (Sozdar Osê) li gundê Girzîro yê Dêrikê di nava malbateke 8 xwîşk û birayan de di rêza 6’an de ye û xwîşka herî biçûk e. Ji malbatê û derdora wê ya nêz gelek têkoşeran di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih girtine û şehîdên wan hene. Di sala ku Sozdarê çavên xwe li cîhanê vekirîne de, gerîlayek bi navê Sozdar ku malbatê ew nas dikir û jê bandor bûne şehîd dikeve. Lewma bavê Sozdarê navê şehîdê li keça xwe dike. 

Sozdar dibistana seretayî li gund, ya navîn li Qamişlo dixwîne. Wexta li dibistana amadeyî dixwîne gavên destpêkê yên şoreşa 19’yê Tîrmehê jî destpê dikin û ew jî bi coş û heyecanek mezin tevlî xebatan dibe. Li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, tevgera azadiyê û jiyana şehîdan lêkolîn dike, fêr dibe û hewl dide pêk bîne. Herî zêde ji têkoşera mezin Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê çalakiya fedayî lidar xist û di têkoşîna azadiyê de qonaxek nû da destpêkirin, bandor dibe. Her wiha tesîrê ji gerîlayê bi navê Aydin Amed ku berê hatiye mala wan û piştre li Amedê şehîd dibe, digire. Lewma hemû hewldanên wê ji bo şopandina rêya şehîdan e û sala 2011’an ji bo pêkanîna vê hedefa xwe, bere xwe dide çiyayên Kurdistanê. Dema tevlî refên HPG/YJA-Star dibe jî navê xwe dike Zîlan Amed.

Di 8 salên têkoşînê de heta asta fermandartiyê xebat meşand û bû mînak. Di 29’ê Nîsana 2019’an de li devera Garê ya Herêmên Parastina Medya di bombaranek balafirên dagirkeran de şehîd dibe.

Birayê Şehîd Zîlan Çekdar (Xelîl Osê) jî di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Serêkaniyê de şehîd bûye.

MALBAT: EM HÊVÎ Û BAWER IN

Li gorî dayîk Şehîd Zîlan Osê, bavê wê Ehmed Osê û xwîşka wê Vîyan Osê, ew keseke gelekî mutewazî, fedekar bû û ji dayika xwe û zarokan hez dikir. Her tim li ser rêya şehîdan meşiya ye, lewma ewê jî şopdarên rêya wê bin. Endamên malbatê dibêjin ku ew bi hêvî û bawerin, bi Rêberê xwe re girêdayî ne.   

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya têkildarî şehadetê de jî, tê gotin ku Şehîd Zîlan bi ruhekî xurt bi partiya şehîdan re bûye yek, di aliyê bîrdozî û rêxistinî de xwe pêş xistiye, pir bi moralek mezin enerjî daye hevalên xwe. Bi têkoşîn û kesayeta xwe bûye fermandarek mînak, dijî êrîşên dagirkeriyê jî bi fedayîtî şer kiriye. 

ŞEHÎD JIYAN: EZÊ MIZGINIYAN BIDIM  

Şehîd Jiyan Ebdullah li gundê Beyandur ê Tirbesipiyê di nava 4 xwîşk û birayan de ya herî mezin e. Dibistana seretayî û navîn li gund dixwîne. Piştî qedandina dibistana navîn pêla şoreşê (19 Tîrmeh) destpê dike, lewma ew jî dest ji dibistanê berdine û tevlî xebatan dibe. Ji têkoşer Warşîn ku piştre di şerekî dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd dibe, gelekî bandor bûye. Wekî girêdanbûna bi rêya şehîdan re 2011’an li gel bav û birayê xwe tevlî şoreşê dibe. 3 salan li deverên cuda xebat dimeşîne û ji bavê xwe re jî fermandartiyê dike.

Bavê Jiyanê Mehemed Xêr bi van gotina, “Bibû fermandar, rojekê hat û perwerdeya suîkastê da me. Ez gelekî keyfxweş bûm” ew roj bibîr anîn. Mehemed Xêr wê rojê ji keça xwe re dibêje “Te asta min derbas kiriye”. Têkoşer Jiyan jî wekî bersiv dibêje “Ezê hîn mizgîniyên xweş bidim te”.

 HEDEF HEMBÊZKIRINA TEVAHÎ KURDISTANÊ YE

Têkoşer Jiyan mizginiyê bi awayekî devkî ji bavê xwe nabêje, lê sala 2014’an bi hevala xwe ya zarokatiyê Zîlan re bere xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li pey xwe jî nameyekê dihêle û dibêje “Ez ji bo tevahiya Kurdistanê tevlî têkoşînê bûme û ezê li ser rêya Rêbertî û şehîdan bimeşim”. Nexasim bavê wê dibêje “Mizginiya wê ev bû. Ez bi wê serbilind im”

Li çiyayên azad navê Canda Çiya li xwe dike. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê bi serketinên xwe yên li eniya şer ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak û di wê baweriyê de ye ku bi bicihanîna armancên şehîdan dikare xwedî li bîranîna wan derkeve. Di aliyê bîrdozî û rêxistinî de dibe xwedî hişmendî, li herêmên Heftanîn, Qendîl kar dimeşîne. Wexta ku sala 2019’an tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat girankirin û dijî wê çalakiyên rojiyên mirinê li Kurdistan û derveyî welat destpê kirin, Canda Çiya jî, pêşniyar dike ku derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe. Pêşniyara wê tê qebûlkirin û heman salê derbasî herêma Serhedê ya Bakûr dibe. Li vir jî bi tevlîbûna xwe ya wêrek, fedakar û kedkar dibe xwedî sekneke mînak.

20'ê Cotmeha 2022'yan li qada Kirê Halacê ya bajarê Gilîdaxê di şerekî bi artêşa dagirker a Tirk de heta dawiyê şer kir û şehîd bû.

Bavê Şehîd Canda Mehemed Xêr hîn di nava têkoşînê de ye, kurê wî Egîd ku li gel wî tevlî xebatan bibû, di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye.

DAYÎK: MIN XWESTIBÛ TEVLÎ BIBIM

Dayîka Şehîd Canda Menîfa Xêr têkiliya bi keça xwe re wekî “Du heval” pênase dike û dibêje, “Min gelek tiştên wê û hevalên wê, wekî bîranîn li cem xwe hiştine”. Menîfa Xêr hêviyek xwe ya ku pêk nehatiye jî vegotin û anî ziman ku keça wê hêviya wê jî pêk aniye. Menîfa dibêje, “Min gelek heval dîtine û alîkarî daye wan. Lewma min dixwest tevlî têkoşîna azadiyê bibim, lê derfet çênebûn. Piştî ku zaroka min a yekê Jiyan çêbû jî, min ji wê re digot ‘min nekarî biçim, lê tu dikarî têbikoşî’. Wê hêviya min jî pêk aniye.

XEZAL MIHEMED: EZ Ê ÇEKA XALÊ XWE HILÎNIM

Xelaz Mihemed jî, ji gundê Hîmo yê Qamişlo ye. Ji 7 xwîşk û birayan ya herî biçûk e. Di zarokatiya xwe de nexweşiyek derbas kiriye, lewma hemû malbat baldarî nêzîk bûye û bûye delaliya malê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Qamişlo dixwîne. Li beşa Wêjeya Erebî ya Zanîngeha Latiqiye qeyda xwe çêdike û salekê dixwîne. Di vê navberê li Rojava coş û heyecana şoreşê her ku diçû bilid dibû. Têkoşer Xezal jî tevlî xebatan dibe, di nava liv û tevgerê de ye. Piştî dawîbûna sala yekê ya zanîngehê vedigere Qamişlo û beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibe. Bi Newrozê re êdî dest ji zanîngeh û malbatê berdide, bi temamî tevlî xebatan dibe.

Têkoşer Xezal jî herî zêde bi bin bandora fedekariya şehîdan dimîne û dixwaze bêbe hêjiya şopa wan. Di encama lêhûrbûna xwe de jî sala 2014’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Beriya ku biçe, dayika wê nexweş dikeve, lewma diçe serdanê û 3 rojan li malê dimîne. Dayîka wê Mehfûza Mûhammed Fozê dibêje ku wê rojê ji keça xwe re gotiye; “Dema xalê te şiyar Sofî şehîd ket, pirika te gelekî xemgîn bibû”. Lê keça wê bersiva “Ez ji bo ku çeka xalê xwe hilînim tevlî dibim. Ezê çeka wî rakim û navê wê jî bikim Xezal” daye.  

Piştî serdana dayikê têkoşer Xezal berê xwe dide çiyayên azad û navê Roj Qamişlo li xwe dike. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG’ê, li herêmên Qendîl û Garê tevlî perwerdeyan dibe û kedeke mezin dide. Li her qadekê lê maye, temsîla xeta jina azad dike. Wexta ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, derbasî Şengalê dibe û bû yek şervanên ku derbeyên destpêkê li çeteyan xistine. Di têkbirina çeteyan de rolek sereke dilîze û piştî bicîhanîna vê erkê careke din bere xwe dide çiyayên azad û têkoşîna xwe domand.

Di 29’ê Nîsana 2019’an de li herêma Garê di bombaranek balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Dayika Şehîd Roja Mehfûza Mûhammed Fozê dibêje ku wê şehadeta keça xwe bi tilîliyan pêşwazî kiriye û gelekî serbilind e.

Bavê şehîd Roj, Mehemed Emîn jî got: “Biçûka malê bû, lemwa me gelekî ji wê hez dikirin. Dema li Şengalê dijî çeteyan şer dikir, ez gelekî bi wê serbilind bûm. Ji bo me hemuyan bû pêşeng. Ew şehîda Kurdistanê ye. Ji bo tevahiya gelê Kurdistanê serkeftinê dixwazim.”

Mamosteyê Roj Şirîn Mihemed jî wiha qala Roj dike: “xezal di jiyan û tevlê buna xwe  a di nava Civakê cûda bû, xweyalên Roj mezin bûn, ne diaxivya lê hêzek wê a mezin hebû. Ji ber jiyana heyî qebûl ne kir rika azadiyê ji xwe ra hilbijart.”

(a)

ANHA