​​​​​​​`Heta nefesa dawî em ê axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan, biparêzin`

Xelkê Qamişlo wiha bersiv dan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: “Em dev ji axa ku bi xwîna zarokên me hatiye avdan bernadin. Em heta nefesa dawî dê li rex hêzên xwe yên leşkerî li ber xwe bidin.”

​​​​​​​`Heta nefesa dawî em ê axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan, biparêzin`
16 hezîran, 2023   04:39
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka hefteyê ve, êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Herêmên cuda yên Şehba, Efrîn, Minbic, Eyn Îsa û Qamişloyê topbaran kirin. Di encamê de hem sivîl hem şervanên hêzên leşkerî şehîd bûn û gelek ji wan birîndar bûn.

Xelkê herêmê li hember van êrişan, bertek nîşan da û gotin ew dev ji axa xwe bernadin.

DI OXIRA AZADIYÊ DE FEDAKARIYÊ DIKIN

Welatiyê bi navê Elî Omer ê ji Qamişlo got dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku kurdan qir bike mîna ku gelek pêkhateyên din di serdema osmaniyê de qir kirine û wiha domand: “Niha Erdogan erka qirkirina gelan bi cih tîne. Di çend salên dawîn de ji bo derbe li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide, hovîtiya xwe li dijî kurdan zêde kir.”

Omerdestnîşan kir ku zêdekirina êrişên hewayî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî herêmê, bû sedem ku gelek welatî, zarok û welatparêz û şervan şehîd bibin û got: “Li gel bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, Erdogan sûcan li dijî gelan pêk tîne.”

Omer bang li kurdan û gelê herêmê kir ku li hember MÎT`a Tirk bisekinin û wiha pê de çû: “Ajan û sîxûr, agahî didin dewleta Tirk ku bi balafirên bêmirov ên biçek komkujiyan li dijî me pêk tîne. Lê em jî amade ne ku fedekariyê bikin ji bo ku azadiya xwe û ewlehiya herêmên xwe biparêzin.”

EM AMADE NE LI BER XWE BIDIN

Welatiya bi navê Neşmiye Ebdullah a ji Qamişlo êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha anî ziman: “Ne mal ne jî malbat ji wan êrişên hovane nefilitîn ku ax, zarok û hêzên me yên leşkerî dikin hedef.”

Neşmiye destnîşan kir ku ew li hember van êrişan, dê li ber xwe bidin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em axa xwe ji te re bernadin. Me ev ax, bi xwîne ciwanên xwe avdaye. Me gelek êş û zehmetî kişand. Ji ber wê em amade ne li ber xwe bidin.”

PALPIŞTA QSD`Ê NE

Welatiya bi navê Meyade Remadan a ji navçeya Çil Axa ya kantona Qamişlo jî, êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got dewleta Tirk bi wan êrişan, projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê dike hedef.

Meyade wiha domand: “Her çiqas êriş bike, lê nikare vîna me û hevgirtina pêkhateyên herêmê bişikîne. Em dê axa xwe û destkeftiyên xwe heta dawiyê biparêzin.”

Meyade di dawiyê de teqezî bi berdewamkirina berxwedanê kir û got ew palpişta hêzên leşkerî ne.

Welatiyê bi navê Yusif El Mehûş ê ji navçeya Til Hemîsê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser e û jê armanc dike ku hevgirtina pêkhateyan têk bibe.
(mh/şx)

ANHA