​​​​​​​Lêkolînera misirî Ferînaz Etiye: Tevgera erebî ya ji bo Ocalan zêde dibe

Lêkolînera misirî û endama Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferînaz Etiye destnîşan kir ku rewşenbîrên Ereb ji bo danasîna doza Rêber Abdullah Ocalan hewldanên mezin dikin û da zanîn ku ji bo azadiya Rêber Ocalan 90 hezar îmze ji dewletên Ereban hatine komkirin.

​​​​​​​Lêkolînera misirî Ferînaz Etiye: Tevgera erebî ya ji bo Ocalan zêde dibe
16 hezîran, 2023   00:07
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Çavdêr dibêjin diyaloga bi Rêber Ocalan re, çareya herî guncaw a ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Lêkolînera misirî û endama Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Dr. Ferînaz Etiye der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. Ferînaz got: “Her kesê ku berhemên Ocalan xwendiye, bi adilbûna doza wî û felsefeya wî bawer kiriye, ji bo dananîsa fikrên wî bi dilxwazî dikeve nava tevgerê û hewl dide rastiyê li pêşiya raya giştî ya erebî, herêmî û navneteweyî eşkere bike. Her wiha hewl dide doza Ocalan bide nasîn û antî-propagandaya ku hin hêzên herêmî û navneteweyî der barê wê doze de belav dikin, teşhîr bike.”

Ferînaz got rewşenberîn Ereb ji bo danasîna doza Rêber Ocalan, panel, kongre û konferansan li dar dixin, li aliyê din gotar û lêkolînên der barê Ocalan de amade dikin, hem jî însiyatîfên gel û hemleyên komkirina îmzeyan ji bo berdana wî didin destpêkirin.

Ferînaz eşkere kir ku Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan di destpêka damezirandina xwe de, ji bo azadiya Rêber Ocalan nêzî 90 îmzeyên akademîsyen, hiqûqnas, rewşenberî, rojnamevan û siyasetmedarên ji piraniya dewletên Ereban kom kirine.

QEYD Û ASTENGÎ

Ferînaz diyar kir ku tevgera ji bo doza Rêber Ocalan her tim ji aliyê tevgerên gel, an jî rêxistinên civaka sivîl e, lê belê ji ber hesabên siyasî û têkiliyên pergalan bi dewleta Tirk re, tu hewldanên hikumetan di vê derbarê de tune ne.

Ferînaz bang li rewşenberîn Ereb kir ku ji bo danasîna doza Rêber Abdullah Ocalan, li mekanîzmayên din bigerin û wiha dom kir: “Di heman demê de hin astengî li pêşiya çalakiyên hin tevgeran ên têkildarî doza Ocalan derdikevin. Hem ji aliyê amûrên medya dijtîla ve, hem jî hin dewlet û pergal ji ber zextên dewleta Tirk civîn û çalakiyên li ser axa wan çêdibin, asteng dikin.”

ASTENGIYA MEZIN

Dr. Ferînaz Etiye anî ziman ku divê hemû însiyatîfên piştgiriya azadiya Rêber Ocalan di nava xwe de koordîneyê çêkin û hewl bidin ku vê dozê bi xurtî pêşkêşî qadên navneteweyî û rêxistniên hiqûqî yên cîhanî bikin û wiha dewam kir: “Her wiha divê stratejî û planek bê danîn û encamên wan bên nirxandin, da ku tevgerên tên kirin bi awayekî zanistî ya sîstematîk bin û encamên tên xwestin bi dest bixin.”

Ferînaz diyar kir ku Însiyatîfa Erebî ji bo danasîna doza Rêber Ocalan û komkirina alîgirên azadiya wî, gelek çalakiyan li dar dixe û tê de fikrên Ocalan û projeya wî ya siyasî û civakî şîrove dike da ku haya her kesê ji komploya li djiî Ocalan û dijberiya pergalên desthilatdar û mêtinger ên li herêmê yên li dijî wî, hebe.

Li gorÎ Dr. Ferînaz, xwegihandina hemlwetiyên normal li Rojhilata Navîn astengiya herî mezin a li pêşiya kesên bi fikrên Rêber Ocalan bawer dikin û yên piştgiriyê didin azadiya wî ye û whia pê de çû: “Serkeftina di vê yekê de dibe ku zexta li ser dewleta Tirk ji bo berdana serokê Kurdî zêdetir bike. Berdewamkirina girtina Ocalan binpêki9rina hemû qanûnên navneteweyî û prensîbên mafên mirovan ên cîhanî ne. Ev yek ji aliyê qanûnî û navneteweyî ve rewatiyê dide alîgirên Ocalan ji bo banga azadiya wî bikin.”

Li gorî Ferînaz, çareseriya herî guncaw a doza kurdî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dest pê dike. Ferînaz bal kişand ku Rêber Ocalan di projeya xwe de tenê behsa dewleta Kurdan nake, lê belê behsa projeya netweeya demokratîk ku hemû pêkhateyên çandî, etnîkî û oî yên Rojhilata Navîn digire nava xwe, dike.”

PROJEYA KU SÎNORAN DERBAS DIKE

Dr. Ferînaz diyar kir ku ruxmî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan ku ev zêdetirî 25 salan e dewam dike û ruxmî hemû qeydên li ser wî tên ferzkirin jî, lê fikrên Rêber Ocalan êdî sînoran derbas dikin, projeya wî ya fikrî û felsefeyî mezintir dibe ku di nava çar dîwaran de bimîne. Ferînaz got ruxmî hewldanên reşkirinê yên li dijî Rêber Ocalan jî, lê alîgirên fikir û felsefeya Ocalan li seranserê cîhanê zêdetir dibin.

Lêkolînera misirî Ferînaz Etiye wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Projeya Ocalan ne tenê ji bo Kurdan an jî wan welatan e ku Kurd lê dijîn, lê belê ji bo tevahî dewletên Rojhilata Navîn e, bi taybet dewletên ku lê etnîtîsîte, ol û taîfiyên cuda hene. Projeya Ocalan dikare li seranserê Rojhilata Navîn bê pêkanîn, ev proje çareseriya herî guncaw ji bo pirsgirêk û aloziyên li herêmê ye”

(c)

ANHA