ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-6-2023
15 hezîran, 2023   23:00

Lêkolînera misirî û endama Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferînaz Etiye destnîşan kir ku rewşenbîrên Ereb ji bo danasîna doza Rêber Abdullah Ocalan hewldanên mezin dikin û da zanîn ku ji bo azadiya Rêber Ocalan 90 hezar îmze ji dewletên Ereban hatine komkirin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Yek ji Dêrikê, yek ji Tirbesipiyê, yek ji Qamişlo derket rê. Hersê di nava malbatên welatparêz û têkoşer de mezin bûn. Bi rêzaniya xeta azadiya jinê, bi armanca jiyanîkirina bîranînên şehîdan û serxistina armancên wan dest bi rêwîtiyê kir û hêviya azadiyê li Bakûr û Başûrê welat belav kir. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo wiha bersiv dan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: “Em dev ji axa ku bi xwîna zarokên me hatiye avdan bernadin. Em heta nefesa dawî dê li rex hêzên xwe yên leşkerî li ber xwe bidin.” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Dêrikê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin û bang li tevahû gelên bindest kirin ku piştgiriya berxwedana gerîla bikin û ji bo têkbirina êrişan li qadan bin û têkoşînê mezin bikin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Li gel biryara “Wê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî werin darizandin” pirsên wekî, “Wê li gorî kîjan yasayan çawa werin darizandin, dê cezayên çawa bên dayîn, kî dikare mudaxil bibe?” ketin rojevê.  (Bİ WÊNE)

Bereket Kar diyar kir ku divê hikumeta Şamê hevdîtinên aştiyê yên bi hêzên siyasî yên cuda yên li Sûriyeyê re wek armanceke sereke destnîşan bike, da ku bi Rêveberiya Xweser re lihevkirinekê pêk bîne. Kar got encax bi vî rengî hikumeta Şamê dikare yekparebûna xaka Sûriyeyê mîsoger bike. (Bİ WÊNE)

Eger koma ku ferdê wê yê azad nebe ku çarenûsas wê diyar bike, welatek azad ji bo kesê nîne. Ev biryar di destê wî/ê de ye ku ne tenê ji bo komek din çi mezin çi jî biçûk be. (Bİ WÊNE)