Li Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin

Şêniyên bajarê Hesekê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker derkeve.

Li Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
15 hezîran, 2023   19:27
HESEKÊ

Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat organîzekirin, tê de bi dehan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Hemamê ya taxa Miftî dest pê kir û li çerxerêya şehîd Serhed a heman taxê rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hisên Ebar got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin û soz didin ku rêya şehîdan bişopînin."

Her wiha, rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sara Hesen wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê tevahiya cîhanê zarok, jin û sivîlan hedef digire."

Sara Hesen bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve.

Xwepêşandan bi siloganên şermezarkirina êrişên li dijî herêmê bi dawî bû.

(mh/şx)