Vê carê tabloya 58 metreyî li Tebqayê ye

Desteya Kar û Barên Xebitandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê tabloya 58 metreyî ya “Axa zeytûnê” li Tebqayê pêşanda.

Vê carê tabloya 58 metreyî li Tebqayê ye
15 hezîran, 2023   18:59
TEBQA

Tabloya ku berxwedana xelkê Efrînê rave dike li Parka Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate pêşanda. Di çalakiyê de, bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî û koçberên Efrînê beşdar bûn.

Di serî de, endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El Inad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

/kr/uploads/files/2023/06/15/190114_-.webp

Dûre, endamê komîteya çavdêrê çalakiyê, Egîd Xelîl axivî û destnîşan kir ku ji bo belgekirina berxwedana dîrokî ya bajarê aştiyê ev tablo amade kirin.

Xelîl spasiya xelkê Tebqayê kir ku derfet dan wan ji bo ku tabloyê li bajêr, pêşan bidin.

fikraya wê ya Egîd Xelîl û Hêvîn Şamyo ye û ji aliyê 13 wênesazan ve; Sebah Elî, Reşîd Dawûd, Zîlan Selman, Ayan Dawûd, Elî Îbrahîm, Emîne Qadir, Şervîn Elo, Elî Ebdo, Lodmîla Horo, Şehla Eco, Mihemed Xeyr Şêx Dehdo, Nûcîn Menan û Şehid Eco hatiye xêzkirin.

Di dawiyê de sînevizyonek der barê amadekirina tabloyê de hate pêşandan.

(şx)

ANHA