Di çandiniya avî de gavek din

Kargeha xertumên avdanê ya li herêmê hatiye avakirin, di çandiniya avî de pêdiviyek din pêşwazî dike. 

Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
Di çandiniya avî de gavek din
15 hezîran, 2023   06:33
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê di dema ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kontorl kiribû de, girîngî nedida qada pîşesaziyê ya herêmê û vekirina kargeh û fabrîkayan jî bi armancên siyasî qedexe kiribû.

Lê bi Şoreşa Rojava re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina qada pîşesaziyê gavên mezin avêtin û destekê pêşkêş dike.  

Kargeha "Sorap" a çêkirina xertûmên plastîkî tên çandiniyê yek ji kargehên ku Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê vekirine ye ku hejmara wan 11 kargeh e.

Kargeha Sorapê pêdiviya herêmê ji xertûman pêşwazî dike, her wiha derfetên kar ji bo şêniyên herêmê peyda dike. Dîsa jî tevgera bazirganiyê ya sûka xwecih geş dike.

Di kargehê de zêdetirî 50 karker dixebitin. Kargehr rojane 2 ton xertûmên çandiniyê berhem dide.

Kargeh xertûmên bi 6 pîvanên cuda ji 1 înç heta 6 înç û li gor 2 cûreyan, cûreyê yekem û yê duyem çêdike.

QONAXÊN ÇÊKIRINA CÛREYÊN YEKEM Û DUYEM

Di serî de madeyên sereke tên lihevxistin û piştre heta 200 pileyên germahiyê têne germkirin da ku ew madeyên sereke bihelin û piştre ew di qalibên taybet ên xwedî pîvanên cuda de tên dagirtin.

Piştî sarkirinê, xertûm tên derxistin û her 100 metre wek komekê tê qutkirin û cudakirin. Ev jî pêvajoya çêkirina cûreyê yekem e.

Cûreyê duyem bi vî awayî çêdibe; xertûmên kevin yên tên kargehê bi bireka taybet tên qutkirin û hûrkirin, piştre parçeyên wê bi şêwazê qonaxa yekemîn tê çêkirin.

BIHA LI GOR SÛKÊ NE Û BERHEM XWEDÎ GELEK FÊDE YE

Rêveberê kargeha Sorap Ehmed El Eqre destnîşan kir ku bihayê xertûmên kargehê li gor bihayê li sûkên xwecih in û bi bihayê xertûmên ji derve hatine wergirtin kêmtir tê firotin.

El Eqre diyar kir ku kargeh xwedî gelek fêdeyan e û got, hem derfetên kar hem jî cûreyên baş ê xertûman peyda dike.

(mh/bb)

ANHA