Bîlançoya êrişên duh ên li dijî Efrîn û Şehbayê

Di êrişên hewayî yên ku duh dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrîn û Şehbayê pêk anîne de, 7 leşkerên Şamê hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin bi milk û erdên welatiyan bûn.

Bîlançoya êrişên duh ên li dijî Efrîn û Şehbayê
15 hezîran, 2023   05:20
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker duh (14`ê Hezîranê) 7 caran bi dronan êrişî gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û herêma Şehbayê kiriye.

Bîlançoya êrişên 14`ê Hezîranê wiha ye:

Dewleta Tirk a dagirker di saetên siharê de êrişî gundên Soxanekê, Meyasê, Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa, gundê Şiwarxe yê girêdayî navçeya Şera û navçeya Til Rifet ya girêdayî herêma Şehbayê kir.

Di encama êrîşa li ser Til Rifetê û gundên girêdayî wê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke hêzên hikumeta Şamê hat îmhakirin.

Di êrişên li ser gundên Bênê û Soxanekê de jî leşkerekî Şamê hat kuştin û leşkerek birîndar bû. Her wiha zirar gihîşt zeviyên xelkê herêmê.

Di encama êrişa li ser gundê Meyasê yê girêdayî navçeya Şêrewa de jî leşkerekî din ê hikumeta Şamê hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Ji ber êrişa li ser gundê Şiwarxe yê girêdayî navçeya Şera, agir bi zeviyên weletiyan ket û zirarek mezin çêbû.

Bi giştî di encama êrişên duh ên dagirkeriyê de 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn û erebeyeke wan hat rûxandin. Her wiha gelek zirar di zeviyên xelkê herêmê de çêbûn.

(c)

ANHA