​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-6-2023
14 hezîran, 2023   23:00

Welatiyan û malbatên şehîdan ên kantona Hesekê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re; berdewamkirina qirkirina gelan û bêdengkirina qîrînên azadiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîrokzanê misirî Elî Ebûlxêr destnîşan kir ku pirsgirêk û nakokiyên li herêmê, encama siyasetên dewletên mêtinger ên li herêmê ne ku bi rêya pergalên netewperest û tayîfî mayînde kirine. Ebûlxêr got ramanên Rêber Abdullah Ocalan, rêya yekane ya mayîndekirina nirxên jiyana hevbeş li Rojhilata Navîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku ew piştgiriya şerê gerîla yê hebûnê dikin û gotin: “Gerîlayên parastina Kobanê kir, hêza me ne. Erka me ye ku em deyna wan vegerînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner û pisporan destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya amdekariya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî dîplomasiyeke kûr bi dewletên ku welatiyên xwe yên di nav DAIŞ’ê de wernegirtine re, dimeşîne. Her wiha diyar kir ku hêzên navneteweyî doza DAIŞ’ê ya metirsîdar li gor berjewendiyên xwe yên siyasî paşguh dikin. Di heman demê de eşkere kirin ku rêbazên hêzên navneteweyî ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi temamî ne bes in.

Xwediyên qurbaniyan ên Reqayê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku cezayên giran li çeteyên DAIŞ'ê yên ku li dijî şêniyên herêmê sûc pêk anîne, bibire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kargeha Sewarib a xartûmên plastîk, pêdiviyên herêmê ji xartûman û derfetên kar ji 50 karkerî re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên civaka sivîl konferansa damezrîner a Yekitiya Bijîşkan a Dêrazorê li hola Meclisa Sivîl a li Seba Kîlo li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Mîhrîcana Şehîd Nûjiyan a Werzîşî ya Jinên Ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya werzîşî ya Şehîd Edhem li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, merasîma bîranîna şehîdên meha Hezîranê li goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)