​​​​​​​Li Şêxmeqsûdê der barê girîngiya xweparastinê de gelek civîn hatin lidarxistin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi armanca nîqaşkirina geşedanên siyasî û girîngiya xweparastinê gelek civîn li dar xistin.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûdê der barê girîngiya xweparastinê de gelek civîn hatin lidarxistin
14 hezîran, 2023   20:51
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi armanca balkişandina ser rewşa siyasî ya herêmê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şehba, bakurê Helebê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji 13'ê Hezîranê de dest bi lidarxistina gelek civînan kir, ku dê heta dawiya vê mehê bidomin.

Civîna îro li komîna şehîd Xelîl a Meclisa taxa Şehîd Rûbar Qamişlo û bi beşdariya bi sedan şênî hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Perwerdeyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Suad Hesen û rêveberê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Zuhêr Xilo civîn bi rê ve birin.

Suad Hesen der barê geşedanên siyasî yên herêmê de axivî û bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û bandora wê li ser rewşa siyasî ya dewletên Rojhilata Navîn.

Suad destnîşan kir ku yekitî û biratiya gelan rêya yekane ya çareseriyê ye û got: "Divê em bi hemû pêkhateyên xwe bibin yek û ji nakokiyan dûr bikevin, xwîna şehîdên me li ser yek xakê bûye yek."

Zuhêr Xilo jî wiha axivî: "Em ne di rewşeke wiha aram de ne, metirsî li her derê li pey me ye, ji ber wê jî divê em bi xwe xwe biparêzin û fikrê şerê gel ê şoreşgerî di nav xwe de belav bikin."

Zuhêr wiha domand: "Em bang li gel dikin ku derkeve parastinê û xwe biparêze, di 2016'an de dema ku şer dest pê kir, ê ku têkoşiyaye gel bû, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi keleha berxwedanê tên naskirin, bila em xwedî li vî navî derkevin."

Civîn bi bersivandina pirsên beşdaran bi dawî bû.

(mh/şx)