Di salvegera komkujiyên Sîfo de rola QSD'ê di parastina gelan de hat nîşandan

Di salvegera 108'emîn a komkujiyên Sîfo de, welatiyên ji pêkhateya xiristiyan ên Qamişlo rola QSD'ê di parastina pêkhateyên herêmê ji komkujiyên nû yên dewleta Tirk a dagirker de, nîşan da.

Di salvegera komkujiyên Sîfo de rola QSD'ê di parastina gelan de hat nîşandan
14 hezîran, 2023   20:09
 QAMIŞLO

Îro salvegera 108'emîn a komkujiyên Sîfo ye, ku xîlafeta Osmanî li dijî gelê Aşûr, Suryan û Keldan di 1915 heta 1920'an de pêk anîne û di encamê de nêzî 750 hezar kes jiyana xwe ji dest da.

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyan, Partiya Yekitiya Suryan vê êvarê meşeke bi maşeleyan bi dirûşma "Em îtîrafa navneteweyî bi qirkirina komî dixwazin" li dar xist. Di meşê de bi dehan Suryan û endamên saziyên Me Beyn Nehrên beşdar bûn.

Meş ji pêşiya qada navenda partiyê ya Qamişlo dest pê kir, beşdaran meşele hildan û endamên Komeleya Çandî ya Suryan ayînên olî xwendin.

Beşdaran li çerxerêya Şehîdên Suryan a taxa Wista ya Qamişlo kom bûn. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senehrîb Bersûm salvegera qirkirina komî ya li dijî gelê Aşûr, Suryan, Keldan bi bîr anî.

Bersûm soz da ku parastina mafê xwe bidomînin da ku ev qirkirin ji aliyê dewletên cîhanê ve bi taybet Tirkiye bê naskirin û wiha berdewam kir: "Tirkiye ne tenê vê qirkirina komî înkar dike, ew her wiha bi dsetekdayîna çeteyan re, qirkirinên nû dike."

Bersûm bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di parastina pêkhateyên herêmê ji komkujiyên nû de û got: "Bi hevgirtina gelê me ya bi QSD'ê re, qirkirinên nû û Sîfoya hemdem hatin têkbirin. Ji ber wê jî em di vê rojê de soz didin ku têkoşîna xwe ji bo bidestxistina îtîrafeke fermî bi doza Sîfo û bidestxistina mafên xwe bidomînin."

(mh/şx)