Rewşenbîrên Efrînê piştî 5 salan konferansa xwe pêk tînin

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ku ji sala 2018’an ve jiber şert û mercan nekarîbû konferansa xwe pêk bîne, piştî 5 salan 3’yemîn konferansa xwe lidar dixe. 

14 hezîran, 2023   11:49
ŞEHBA

Konferans bi durişmeya "Rewşenbîrê azad giyana netewa demokratîk e" li hola Axîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê, bi beşdariya 200 delgeyan destpê kir.

Di konferansa ku rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî jî beşdar bûn de, beriya herikîna bernameyê ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Piştre Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Esmet Hesen axivî û bal kişand ser rola rewşenbîran a di têkoşîn û şoreşê de. Esmet Hesen diyar kir ku divê rewşenbîr dîrokê baş nas bikin û nirxên ku di encama Roreşa Rojava de derketine holê û derfet çêkiriye ku Kurd bi zimanê dayîkê êşên xwe ji cîhanê re vebêjin, biparêzin. 

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî bi gotina, "Ez hêvî dikim ku sala bê em konferansa xwe li Efrînê li dar bixin” dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku rewşenbîr bi zimanê xwe wekî stuna netewa demokratîk in, ji lewre rewşenbîrî tê wateya fedakartiyê. Xerîb Hiso da zanîn ku rewşenbîrê herî mezin Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gihîştin vê rojê. Ji ber vê yekê ye tecrîdeke giran li ser tê meşandin û dixwazin me ji wî dûr bixin. Em ji ber Rêber Apo fêr bûne ku parastina nirxên xwe bikin. Em li keda xwe xwedî derkevin û bi pênûsa xwe şer bikin, tecrîdê bişikînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin”. 

Li ser navê Desteya Çandê Mihemed Weysî jî axivî û got: "Divê em xwedî li felsefe û fikira Rêber Apo derkevin. Em bi vî rengî dikarin pêşeroja gelê û zarokên xwe bi pênûsa xwe biparêzin. Ji bo em neyên helandin em ê bi pênûsa xwe parastina xwe bikin."

Piştî axaftinan derbarê kar û xebat Yekîtiya Rewşenbîrên Efrîn sînevziyonek hate pêşandan. Piştre rapora 2 salan a yekîtiyê ji aliyê Endama Yekîtiya Rewşenbîran Zozan Mihemed ve hat xwendin.

Konferans bi nêrîn û nirxandinan didome.

 (zş/

ANHA