Li Tirbespiyê meşa li dijî tecrîdê

Xelkê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê diyar kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, divê têkoşîn were mezinkirin.

Li Tirbespiyê meşa li dijî tecrîdê
Li Tirbespiyê meşa li dijî tecrîdê
Li Tirbespiyê meşa li dijî tecrîdê
Li Tirbespiyê meşa li dijî tecrîdê
Li Tirbespiyê meşa li dijî tecrîdê
Li Tirbespiyê meşa li dijî tecrîdê
14 hezîran, 2023   11:36
QAMIŞLO

Bi sedan pêkhateyên navçeyê û gundên wê, endamên sazî, meclisên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û Kongra Star meşeke girseyî li dar xist. Meş ji bo şermezarkirina dirêjirina qedexeya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya navenda Kongra Star a li rojhilatê Tirbespiyê dest pê kir. Beşdarên meşê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Divê bi lez parêzer serdana Îmraliyê bikin" hildan. Xelkê Tirbespiyê bi diruşmên ′Bê serok jiyan nabe′ li taxên navçeyê geriyan.

Meş li pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê veguherî mitîngê. Li wir hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Tirbespiyê Hediye Şemo axivî. Hediye got: “Gel li dijî tecrîdê bi hêrs e û li projeya Rêber Abdullah Ocalan dicivin û li fikrên wî xwedî derdikevin.”

Hediye bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar a li hember kiryarên dermirovî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan rexne kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Nûredîn Şakir jî anî ziman ku tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan aştiyê û çareserkirina doza Kurdan asteng dike û wiha dom kir: “Êdî gelê herêmê siyasetên dewletên mêtinger dizane û dê heta şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.”

Mitîng bi diruşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr/c)

ANHA