QSD’ê îdîayên dewleta Tirk derewandin: li Til Rifetê yekîneyên me nîn in

Navenda Ragihandina QSD’ê îdîayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje wan li Minbic û Til Rifetê 41 şervan şehîd xistine, derewandin. Navendê bal kişand ku tu yekîneyên wan li Til Rifetê nîn in. 

QSD’ê îdîayên dewleta Tirk derewandin: li Til Rifetê yekîneyên me nîn in
14 hezîran, 2023   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îdîa kiribû ku wan ji duh ve li Minbic û Til Rifetê 41 şervanên QSD’ê şehîd xistine.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser hesaba xwe ya twitter bersiv da û îdîayên dewleta dagirker derewandin.

Navenda Ragihandinê têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Wezera Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku ji duh ve li Minbic û Til Rifetê 41 şervanên me şehîd xistine. Li Til Rifet tu yekîneyên me nîn in. Encamên êrîşên li Minbicê jî, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji raya giştî re hatin ragihandin.”

(a)