Kongra Star: Divê cezayên giran li kujerê Înas werin birîn

Kongra Star a navçeya Holê kuştina zaroka bi navê Înas Elî El Casim şermezar kir û daxwaz kir ku cezayên giran li kujeran bên birîn.

Kongra Star: Divê cezayên giran li kujerê Înas werin birîn
14 hezîran, 2023   11:31
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10′ê Hezîranê de kujerê zaroka bi navê Înas Elî El Casim, girt. Li hember sûcê qetilkirina zaroka navborî, bertekên tund ji aliyê gel ve hatin nîşandan.

Kongra Star a navçeya Holê ya girêdayî bajarê Hesekê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zaroka bi navê Înas Elî El Casim bi awayekî dermirovî û hovane hate qetilkirin û hat gotin: “Gelo vê zaroka 10 salî çêkiriye heta ku bi tundî û hovane were qetilkirin?”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de vê sûcê hovane şermezar kir û ji aliyên têkildarî xwest ku cezayên giran li kujeran bibirin û dawî li van sûcan bînin.

(fr/c)

ANHA