Têkildarî Sûriyeyê li Astanayê civîn pêk tê

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku reşnivîsa nexşerêya normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê amade ye.

Têkildarî Sûriyeyê li Astanayê civîn pêk tê
14 hezîran, 2023   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke Rûsyayê eşkere kir ku dê cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê di 21′ê Hezîranê de li paytexta Kazexistanê Astanayê bicivin.

Wezîrên derve yên her çar dewletan di 10′ê Gulanê de li Moskovê civiyabûn. Wê demê Rûsyayê gotibû ku dê cîgirên wezîran bi amadekirina nexşerêyeke normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê werin erkdarkirin.

Nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet bi kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û cîgrê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanovg got, reşnivîsa nexşerêya normalîzekirinê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ya ku Rûsyayê daniye, amade ye.

Mikhail Bogdanov got: “Reşnivîsa nexşerêyê amade ye. Erka me ew e ku em bi hevkarên xwe re nîqaş bikin û vî xebatî bi pêş bixin. Em hêvî dikin ku em bikarin li Astanayê bicivin.”

Nûnerên serokê Rûsyayê yê taybet bi Sûriyeyê û balyozê Rûsyayê li Şamê Alexander Yefimov jî roja duşemê diyar kiribû ku helwestên Enqere û Şamê hîna ji hev ve dûr in.

(fr/c)