Hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên xwe bêdeng e

Ji duh berêvarê de û heta niha di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de 9 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin. Hikumeta Şamê heta niha li hember kuştina leşkerên xwe deng dernexistiye.

Hikumeta Şamê li hember kuştina leşkerên xwe bêdeng e
14 hezîran, 2023   10:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji duh (13`ê Hezîranê) de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê êrişan pêk tîne. Di encama êrişan de heta niha 9 leşkerên Şamê hatine kuştin, 10 jî birîndar bûne.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker duh (13`ê Hezîranê) saet di 19:20`an de nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora navçeya Til Rifet a Şehbayê û derdora gundê Aqîbê yê Şêrawayê bombebaran kirin. Di encamê de du leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn, du tank jî hatin rûxandin.

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî nuqteyek din a hêzên Şamê ya li derdroa gundê Aqîbê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Vê sibehê jî artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êriş bir ser gundê Şiwarxe yê li navçeya Şera. Di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Di êrişên hewayî yên li djiî navçeyên Til Rifet û Şêrawayê de jî 5 leşker hatin kuştin û 3 leşker birîndar bûn.

Hikumeta Şamê heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.

Li asîmanê herêma Şehbayê tevgera balafirên şer û dronên dewleta dagirker berdewam e.

(c)

ANHA