Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran

Li Qamişloyê bi sernavê "Îrade jiyanê diafirîne" pêşangeha hunerî ya berhemên astengdaran hate lidarxistin.

Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
Bi pêşangehekê bal kişandin ser behreyên astengdaran
14 hezîran, 2023   11:28
QAMIŞLO

Rêxistina “Nûdem” a Perwerde û Geşepêdana Mirovî ya Astengdaran bi sernavê "Îrade jiyanê diafirîne" pêşangeheke hunerî ya berhemên astendaran li dar xist. Pêşangeh li navenda Weqfa Jina Azad a Qamişloyê hate lidarxistin.

Di pêşangehê de astengdar, malbatên wan, helbestvan, hunermendên Kurd, endamên Komîteya Şilêr a Mafên Zarokan û endamên Kongra Star beşdar bûn.

Di pêşangehê de karên cuda mîna durûtin, wênexêzî, karîkator, peykersazî, tabloyên şêwekariyê, şêweyên endazyarî yên ji dar û hêriyê, hatine pêşandan.

Endamên Meclisa Rêveber a Rêxistina Nûdem, Dawiyan Mehmûd û Fehîme Esed axaftina destpêkê kirin, bixêrhatina beşdaran kir û gotin ku armanc ji vê pêşangehê balkişandina ser behreyên astengdaran e.

Pişte, helbestvan Ferhad Merdê helbesta xwe ya bi sernavê “Şevê” xwend. Dûre stranên ji çanda kurdî ji aliyê astengdaran ve hatin gotin. Her wiha şanoyek li ser rol û girîngiya astengdaran di civak û jiyanê de ji hêla koma Şehîd Hêvî ya Komîteya Çand û Hunerê ya Rimêlanê ve hate pêşkêşkirin.

Pêşangeh 2 rojan ji saet 10:00′an heta 15:00′an dewam dike. Dê tê de gelek çalakiyên hunerî mîna pêşandana xebatên astengdaran, helbest û stranan werin pêşkêşkirin.

(fr/c)

ANHA