​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê xwestin DAIŞ û piştevanên wê werin darizandin

Şêniyên Dêrazorê xwestin çeteyên DAIŞ'ê û piştevanên wan di zûtirîn dem de werin darizandin û got, li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker metirsî hene ku DAIŞ careke din vegerin.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê xwestin DAIŞ û piştevanên wê werin darizandin
14 hezîran, 2023   04:38
DÊRAZOR – FATME EL EBID – ÎMÊLÎ EL SELÛM

Di pêngavên QSD'ê yên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê xwe radestî QSD'ê kirin. Çeteyên xwe radestkirin di girtîgehên li herêmê de ne û  li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê  metirsî hene ku DAIŞ careke din vegerin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê çeteyên DAIŞ'ê yên li ba xwe darizîne.

/kr/uploads/files/2023/06/13/193130_-.gif

Girêdayî vê mijarê, welatiyê bi navê Elî El Ehmed ê ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê got: " DAIŞ'ê gelek sûc li dijî şêniyên herêmê kirine û heta niha jî şaneyên wan ên veşartî sûcan dikin. Pêwîstiya me bi xebateke xurttir heye da ku metirsiya DAIŞ'ê bi temamî ji holê rabe."

El Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe ya ji çeteyên DAIŞ'ê re didomîne û êrişa dawîn a li dijî girtîgeha Xiwêranê mînak e.

El Ehmed diyar kir ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û vejandina DAIŞ'ê, têne kirin.

Elî El Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ditirsin DAIŞ careke din vegere, ji ber wê jî em dixwazin ku DAIŞ û piştevanên wê di zûtirîn dem de werin darizandin."

/kr/uploads/files/2023/06/13/193158_-.gif

Welatiyê bi navê Yehya El Elî yê ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî anî ziman ku divê Neteweyên Yekbûyî û dewletên xwedî bandor ên li Sûriyeyê terorîstan darizînin û wan ji herêmê derxin, her wiha divê li hember fedakariya şêniyên herêmê ya ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi berpirsyarî tev bigerin.

El Elî wiha zêde kir: “Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê heye. Vê dawiyê me dît çawa hewl didin ji girtîgehan birevin, ev jî metirsiyê dide gelên herêmê û welatên derdorê jî.”

El Elî got, divê çeteyên DAIŞ'ê di zûtirîn dem de werin darizandin da ku tu sûcên terorî li dijî şêniyên herêmê neyên kirin.

/kr/uploads/files/2023/06/13/193144_-.webp

Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal anî ziman ku heta niha doza çeteyên DAIŞ'ê yên di girîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yek ji dozên herî bi girêk li pêşiya Rêveberiya Xweser e.

El Hîlal destnîşan kir ku divê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî çeteyên DAIŞ'ê li herêmê di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin û got: "Hebûna çeteyên DAIŞ'ê li herêmê metirsiyê dide şêniyên wê û eger tu rewşên revê ji girtîgehan çêbibin dê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyar be."

El Hîlal anî ziman ku divê hêzên navneteweyî bi cidiyet nêzî dosyaya girtiyên DAIŞ'ê bibin û da zanîn  ku hebûna çeteyên DAIŞ'ê yên girtî  di warê aborî û ewlehî de wekî barekê ne.

(mh)

ANHA