Mîhrîcana Çîrokên Kurdî dest pê kir

Li Qamişloyê 8'emîn Mîhrîcana Çîrokên Kurdî bi beşdariya 21 çîrokbêjan dest pê kir.

Mîhrîcana Çîrokên Kurdî dest pê kir
13 hezîran, 2023   18:40
QAMIŞLO

Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyeyê bi beşdariya 21 çîrokbêjan Mîhrîcana 8`an a Çîroka Kurdî da destpêkirin.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de ku  bi dirûşma “Çîrok Landika Dayîka Kurd e” li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya Qamişlo li dar ketiye, gelek rewşenbîr, wêjevan û hezkiriyên wêjeya kurdî ji herêma Cizîrê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/06/13/174752_5.webp

Destpêkê hunerên mûzîkî hatin pêşandan, piştre Omran Yunis, Naz Elî û Mihemed Baqî Mihemed çîrok xwendin. Piştî wê pêşbirka pirs û bersivên çandî destpê kir.

Mîhrîcan dê 5 rojan berdewam bike, wê çîrok, çalakiyên cihereng li dar kevin. Çaverê ye ku mîhrîcan 17`ê mehê bi diyarkirina çîrokên serkeftî bi dawî bibe.

(şx)

ANHA