​​​​​​​'Li dijî êrişên dagirkeriyê xwedî li berxwedana gerîla derkevin'

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebdulxenî Oso diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê ye. Oso bang li tevger û partiyên siyasî yên Kurdan kir ku xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

​​​​​​​'Li dijî êrişên dagirkeriyê xwedî li berxwedana gerîla derkevin'
14 hezîran, 2023   01:22
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsana 2021'ê ve êrişên xwe yên qirkirin û dagirkirinê li ser qadên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine. Di van êrişan de çekên kîmyewî û gazên jehrê bi kar tîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di 10′ê Hezîranê de bi daxuyaniyeke ragihandibû wan pêvajoya bêçalaktiyê ya ku piştî erdheja 6’ê Sibatê dabûn destpêkirin û di hilbijartinê de hatibû dirêjkirin, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî kiriye.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso yê ji bajarê Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji dema hatiye avakirin ve êrişên xwe li dijî gelê Kurd didomîne da ku destkeftiyên Kurdan têk bibe, civaka Kurdistanê û tevgera Kurd ji holê rake.

Oso wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de êrişên xwe li dijî gerîlayên HPG′ê yên li herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê giran kirin. Di wan êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Hemwextî êrişan jî bi dehan baregeh û nuqteyên leşkerî ava kirin da ku herêmê dagir bike."

Oso destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ne hebûna PKK′ê ya li Başûrê Kurdistanê ye, lê belê dagirkirina herêmê ye û got, divê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê nehêle dewleta Tirk a dagirker destwerdanê li herêmê bike û êrişî gerîlayên azadiyê bike.

Oso bang li tevahî hêz û partiyên siyasî yên Kurdan kir ku bibin yek, berjewendiyên xwe yên takakesî û siyasî bidin aliyekî û li hember êrişan bisekinin.

Ebdulxenî Oso anî ziman ku armanca dewleta Tirk hedefgirtina tevahî gelan e û vegerandina împratoriya Osmanî ye.

Ebdulxenî Oso bang li tevahî beşên civakê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destekê bidin berxwedana gerîlayan, da ku projeya xwe ya demokratîk û azad a ku dikeve xizmetî tevahî pêkhate û gelên Kurdistanê biparêzin. Her wiha  bang li hêz û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê jî kir ku xaka Kurdistanê ji êrişên dagirkeriyê biparêzin da ku projeya demokratîk li tevahî Rojhilata Navîn pêk were.

(fr)

ANHA