Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê

Şaredariya Gel a Reqayê amadekariyan dike ku projeya herî mezin a qîrkirina rêyan pêk bîne. Her wiha Şaredariya Dêrikê jî, projeyên girîng der barê avê, parastina xweşikbûna navçeyê de pêk anîn û Şaredariya Qamişlo, dermanên kurmikan reşandin.

Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
Li Reqa, Dêrik û Qamişloyê xebatên xizmetguzariyê
14 hezîran, 2023   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Gel a Reqayê sala borî, projeyên qîrkirina rêyên kolana Qîtar, Kornîş Başûr, Girê Spî û kolanên şaxî yên di navbera kolana Girê Spî û Wadî dest pê kirin.

Lê di encama avhewayê de, şaredarî nekarî projeyên xwe temam bike ku tenê 300 metrekab jê mabû.

Şaredariya Gel, niha hewl dide kolana ji çerxerêya Delê heta naverasta bajêr û kolana Saqiye ya bakurê Reqayê û rêya ji firinê Zemhêrê yê bakurê welêt ber bi çerxerêya Delê ve zift bike.

/kr/uploads/files/2023/06/13/202706_-.webp

Der barê vê mijarê de çavdêrê projeyê Ednan El Kalit got: “Ji bo temamkirina plansaziya sala borî, me dest bi ziftkirina hin kolanên bajêr kir.”

El Kalit wiha domand: “Şaredarî amadekariyên destpêkirina projeyeke mezin a qîrkirina rêyên bajêr dike. Heta niha me 25 hezar metrekab zift wergirtiye. Em dê kolanên sereke û şaxî yên bajêr zift bikin.”

Her wiha El Kalit diyar kir ku madeyên di projeyê de tên bikaranîn, berhemên kargehên Rêveberiya Xweser in.

Di dawiyê de El Kalit destnîşan kir ku ji bo ku pirsgirêk der nekevin wan odeyeke kar û xebatan a hevbeş ava kiriye ku tevahî komîte û daîreyên pirsporên qîrkirina rêyan tê de beşdar in mîna Daîreya Paqijiyê, Daîreya Kanalîzasyonê, Daîreya Kar û Xebatên Giştî, Yekîneyên Avê û Trafîkê.

Beriya ku şaredarî dest bi xebatên qîrkirinê bike, serî pêşîn torên kanalîzasyonê û avê yên li bajêr, sererast kirin.

DÊRIK

Şaredariya Gel a Dêrikê hewl dide ku plansaziya xwe ya 2023`yan pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de, komîteyên fenî û xizmetguzarî yên Şaredariya Gel a navçeyê, projeyên sererastkirina torên kanalîzasyonê, rêyan dest pê kirine.

Endamên komîteyên navborî, tora kanalîzasyonê ya rêya Kornîş a taxa Şehîd Xebat sererast kir. Tevahî navîn û giravên biçûk paqij kirin û dar kesixandin, çerxerêya Şehîdan û Qada Azadiyê jî sererast kir.

Her wiha xebatên kolandina bîrekê li taxa Şehîd Xebat ji bo peydakirina ava vexwarinê, dike.

Komîteya Zabita ya Avakirinê ya şaredariyê rojane ji bo şopandina tevahî projeyên girêdayî avakirinê, di nav kolanên bajêr de digere.

Li gorî Nivîsgeha Fenî ya şaredariyê, di dema bê de, dê bi lêçûna 50 hezar dolarî kehrebe bidin bîrên avê ji bo ku ava vexwarinê ji xelkê herêmê re peyda bike. Dê bi lêçûna 28 hezadr dolarî hin rêyan bi bermahiyan sererast bike. Dê peyare, sûka navendî bi lêçûna 4 hezar dolarî sererast bike ji bo xweşikbûna navçeyê biparêze û tevgera çûn û hatinê li ser peyareyan hêsantir bike.

REŞANDINA DERMANÊN KURMIKAN DI NAV KOLANÊN QAMIŞLO

Bi bilindbûna pileyên germahiyê û zêdebûna kurmikan re, Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Qamişlo hin tedbîr girtin, jê reşandina dermanan di nav taxên bajêr de, belavkirina dermanên dûpişk û xişindeyên din ku di havînê de zêde dibin.

Li gorî şaredariyê, destpêkê taxên derdora bajêr hatin dermankirin, di rojên bê de dê li tevahî taxan derman bê reşandin û dê 3 kîlogram dermanên dûpişk û xişindeyên din li her komînekê belav bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WozoCFPPpHQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>