ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2023
13 hezîran, 2023   23:00

- Welatiyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya rizgarî û mîsogerkirina serketinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebdulxenî Oso diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê ye. Oso bang li tevger û partiyên siyasî yên Kurdan kir ku xwedî li berxwedana gerîla derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dêrazorê xwestin çeteyên DAIŞ'ê û piştevanên wan di zûtirîn dem de werin darizandin û got, li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker metirsî hene ku DAIŞ careke din vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku cîhan di tevahî qadên jiyanê de ber bi pêşketinan ve diçe, jinan Ereb di rêwtiya xwe ya kar û siyasetê de rastî gelek astengiyan tên. (BI WÊNE).

- Şaredariya Gel a Reqayê amadekariyan dike ku projeya herî mezin a qîrkirina rêyan pêk bîne. Her wiha Şaredariya Dêrikê jî, projeyên girîng der barê avê, parastina xweşikbûna navçeyê de pêk anîn û Şaredariya Qamişlo, dermanên kurmikan reşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Beyrûtê Komxebata  ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê', di roja duyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star ya Çilaxa, têkildarî rewşa jinan û astengiyên li pêşiya wê civînekê li navenda çandê ya navçeyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê li dijî tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin, meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nîvîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya gundewarê rojava yê Dêrazorê têkildarî qetilkirina jinan a li Efrînê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê bi dirûşma "Rewşenbîrên azad giyanên neteweya demokratîk in", konferansa xwe li hola Axîn a navçeya Fafînê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan der barê tundiya li ser jinan a li herêmên dagirkirî de daxuyaniyekê li kampa Serdem a Şehbayê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Jinan a Helebê bi dirûşma "Edaleta jinan edaleta civakê ye" panelekê li hola Telet Heleb a taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Reqayê şehîd Mihemed Hisên Husrim li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê oxir dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Suryan ji bo şermezarkirina Komkujiya Sêfoyê meşekê li bajarê Qamişloyê li dar dixe, meş ji pêşiya avahiya partiyê dest pê dike, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA