`Ramanê Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarî û serketinê ye`

Welatiyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya rizgarî û mîsogerkirina serketinê ye.

`Ramanê Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarî û serketinê ye`
14 hezîran, 2023   00:07
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û rê nade malbat û parêzerên wî ku serdana wî bikin an jî pê re li ser telefonê biaxivin, li hember wê jî gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan dide.

/kr/uploads/files/2023/06/13/202917_-.webp

Birayê şehîd Selman Tirbespiyê Ebdurehman Hecî Hesen ku li Lîbyayê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiribû got: "Me destek da serhildan û şoreşên Kurdan ku wê demê gelek partiyên siyasî jî hatin damezirandin, lê belê ew ne di astê de bûn ku ez xwe di nav wan de bi rêxistin bikim."

Hecî Hesen wiha domand: "Dema ku ez li Lîbyayê bûm, min dît ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji yê partiyên din cudatir bû. ku êdî ew derbasî asta Rojhilata Navîn û mirovî ya sernaserî cîhanê bû."

Piştî ku Hecî Hesen sala 1988’an vegeriya Sûriyeyê, birayê wî di 1990’yan de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Dayika Ebdurehman, Fida Hemîd a ji pêkhateya Ereb wê demê ji jinên pêşîn bû yên ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas kirine, zarokên xwe teşwîq kir ku tev li tevgerê bibin.

'OCALAN ÎRADEYA XURT Û BERXWEDANA LI HEMBER KOMPLOYAN DI HER KESEKÎ DE ÇANDIN'

Ebdurehman Hecî Hesen di salên 1991'an de li herêma Beqaya Lubnanê û di 1996'an de li Şamê Rêber Abdullah Ocalan dît. Girêdayî wê got: "Rêber Abdullah Ocalan îradeya xurt û berxwedana li hember komployên herêmî û navneteweyî di her kesekî de çandin."

Hecî Hesen destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hedefgirtineke nû ya li dijî gelê Kurd û pêkhateyên herêmê ye û got: "Em ê tu carî asta têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kêm nekin."

/kr/uploads/files/2023/06/13/202931_-_1.webp

Her wiha, dayika şehîd Dilo Tirbespiyê ku di 1986'an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye Hediye Mihemed destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya çareseriya doza kurdî û kirîzên Rojhilata Navîn e.

Hediye diyar kir ku gelê Kurd û jin bi taybetî bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelên cîhanê derbas kirin ji ber ku wî kesayeta jinan pêş xist ku êdî di civakê de bûn pêşeng.

Hediye Mihemed anî ziman ku wan ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan fedakariyên mezin kirin û amade ne hîn zêdetir bikin.

/kr/uploads/files/2023/06/13/202902_-.webp

Birayê şervana Tevgera Azadiya Kurdistanê şehîd Peyman Xalid, Hisên Xalid ku di 1984'an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye bal kişand ser cudabûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji yê partiyên Kurdî yên dîtir û got: "Li dijî gelê Kurd û hebûna wî gelek êriş tên kirin û  tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan beşek ji van êrişan e."

Xalid wiha domand: " Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewamiya komployên li dijî gelê Kurd û gelên bindest ên herêmê ye. Me rastiya xwe di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de nas kir ji ber ku em dizanin ku fikrê wî rêya yekane ya rizgarî û pêkanîna serkeftinê ye."

 (mh/şx)

ANHA