Di komxebatê de bangên piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan

Beşdarên komxebata li Beyrûtê banga piştgiriya doza Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di komxebatê de bangên piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan
Di komxebatê de bangên piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan
Di komxebatê de bangên piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan
Di komxebatê de bangên piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan
Di komxebatê de bangên piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan
Di komxebatê de bangên piştevaniya doza Rêber Abdullah Ocalan
13 hezîran, 2023   16:07
BEYRÛT

Piştî rûniştina duyemîn a Komxebata  ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê, bernameya roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû. Rûniştina duyemîn ji aliyê Nîcola Namiq ve hat birêvebirin.

Di rûniştina duyemîn de ya bi sernavê "Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê" de, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya Rêber Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê  hatin nîqaşkirin.

Mamosteya zanistên siyasî ya zanîngeha Qahîreyê Dr. Ferînaz Etiyê bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got, tişta balkêş di komployê de ew e ku ruxmî cudahiya îdeolojiya dewletên komploger, lê li ser revandina Ocalan û radestkirina wî bo dewleta Tirk li hev kirin.

Ferînaz Etiyê diyar kir ku dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî biçûk bêpar hiştiye û wiha domand: "Yek ji sedemên revandina ronakbîr Ocalan ramanê wî ye. Ramanê Ocalan li xweşiya dewletên rojavayî  yên xwedî fikrên nîjadperest nehat ku ji fikrên wî ditirsin."

Ferînaz destnîşan kir ku revandina Rêber Abdullah Ocalan bû hêmanekî afirandina aloziyan û xurtkirina nîjadperestiyê û got: "Em vê yekê li bakurê Sûriye, Tirkiye û Îranê dibînin. Li van cihan êrişan li ser Kurdan têne kirin û bi terorê tên tawanbarkirin. Di encamê de dewletên rojavayî bi hevkariya dewletên herêmî ji bo jihevxistina Rojhilata Navîn dixebitin."

Ferînaz Etiyê banga avakirina têkiliyan bi Kurdan re kir û anî ziman ku di navbera Ereb û Kurdan de berjewendiyên hevbeş hene.

Di rûniştina duyemîn a roja dawîn a komxebatê de ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç axivî. Mazlûm Dînç diyar kir ku gelek qanûnên Tirkiyeyê hene ku rêzê dide mafên mirovan, lê dema mijar dibe Rêber Abdullah Ocalan û Kurd durûtiyê dikin.

Dînç got: "Bêyî projeya Rêber Abdullah Ocalan azadî, aştî û pêkvejiyan nepêkan in. Tirk projeya Rêber Ocalan wekî risekekê didît û ji ber vê yekê êrişî wî kirin û wî girtin. Komplo hîna berdewam e û li Îmraliyê veguheriyê tecrîdê."

Parêzer Mazlûm Dînç diyar kir ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan ceza hene, darizandina wî ne adil û ne qanûnî bû, lê belê şeklî bû, her wiha got, li girîgeha Îmraliyê 5 girtî hene, ev girtî ji mafên hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bêpar hatine hiştine.

Dînç bi domdarî got: "Di encama jinûve avakirina girtîgeha Îmraliyê de rewşa tenduristiyê ya Ocalan xirab bû, me xwest raporên tibî bibînin lê desthilata Tirk bersiv neda. Dîsa me xwest komîteyeke tibî ya serbixwe serdana Îmraliyê bide, lê ev daxwaz jî hat redkirin. Desthilata Tirk nahêle em serdana Îmraliyê bikin û bi vê yekê tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike. Agahiya herî dawîn ku me ji Ocalan girtibû berî zêdetirî 2 sal û nîv bû. Wê demê Ocalan bi birayê xwe re axivîbû û ji wê demê ve me tu agahî negirtine."

Piştî axaftina Mazlûm Dînç, mamosteyê qanûna navneteweyî yê ji Afrîkaya Başûr Mehmûd Batîl semînerek da.

Batîl got: "Em li gorî qanûneke navneteweyî ya zalimane kar dikin, pêwîstiya me bi qanûneke federal û pergelek azad heye ku parastina Rêber Ocalan û hemû mezlûman bike.Erka me tevan e ji bo azadiya vê rêberî kar bikin. Divê em dengê xwe bilind bikin û bi hev re li hemberî zilmê kar bikin."

Mehmûd Batil banga piştgiriya doza Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên derbirînê kir.

Komxebat wê sibe bi du rûniştinên din û pêşniyaran dewam bike. Di dawiyê de wê encamnameya wê were eşkerekirin.

(bb)

ANHA