60 malbatên Êzidî vegeriyan warê xwe

Ji xelkê navçeya Til Izêr a Şengalê, 60 malbatên ku hatibûn koçberkirin vegeriyan warê xwe.

60 malbatên Êzidî vegeriyan warê xwe
13 hezîran, 2023   17:14
NAVENDA NÛÇEYA

Ji Êzidiyên Şengalê yên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an koçberê kampa Şariye ya Dihokê bibûn, îro 60 malbat vegeriyan warê xwe.

Malbatên koçber bibûn, dema gihiştin Til Izêr ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Asayîşa Êzdîxanê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha şaredariyên gel yên Şengalê jî ketin tevgerê û alîkarî dan malbatên vegeriyane cih û warên xwe.