Artêşa Tirk li nuqteya leşkerên Şamê da

Artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de leşkerekî Şamê birîndar bû.

Artêşa Tirk li nuqteya leşkerên Şamê da
13 hezîran, 2023   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker nuqteya leşkerên hikumeta Şamê ya li derdora navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû û tankek hat rûxandin.

Di topbarana li ser li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de jî tankek hat rûxandin.

(bb)

ANHA