Rêveberiya Xweser: Zarokên xwe nexin rêya penaberiyê

Daîreya Têkiliyên Derve diyar kir ku careke din agahî bihîst ku xelkê herêmê li hember beravên Cezaîrî noqî bûne û got "Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û bang li gelê xwe dikin jiyana xwe nexin ‎rêya penaberiyê."‎

Rêveberiya Xweser: Zarokên xwe nexin rêya penaberiyê
13 hezîran, 2023   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê agahiya noqbûna keştiya penaberiyê û windahiyan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Careke din gelê me agahî bihîst ku xizmên wan di rêya penaberiyê de jiyana xwe ji dest daye. Di vê rêyê de bi hezaran xelkê welatên cuda jiyana xwe ji dest da.

Beriya çend rojan li beravên Cezaîrê gelek şêniyên herêmê jiyana xwe ji dest dabû. Piranî penaber ji bajarên Efrîn û Serêkaniyê bûn ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Rayedarên Cezaîrê duh derxistina cenazeyan ji deryayê bi dawî kiribû. Têkildarî erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hember gelê xwe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve hewl dide di leztirîn demê de cenazeyên qurbaniyên penaberiya nerewa yên ku li beravên Cezaîrê noq bûne, vegerîne.

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û bang li gelê xwe dikin jiyana xwe nexin rêya penaberiya nerewa."

(fr)