Rojnameyên erebî: Hollanda û Kanadayê xwest rejîma Sûriyeyê bê darizandin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de têkildarî rewşa Sûriyeyê, şerê Sûdanê û nêzîkbûna Misir-Îranê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hollanda û Kanadayê xwest rejîma Sûriyeyê bê darizandin
13 hezîran, 2023   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî rewşa Sûriyeyê nivîsand: “Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî roja duşemê diyar kir ku Hollanda û Kanadayê ji ber sûcên îşkenceyê jê xwestiye ku rejîma Sûriyeyê bidarizîne.

Dadgehê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku her du dewletan di daxwazên xwe de gotiye ku Sûriyeyê herî kêm ji 2011`an de, qanûnên navneteweyî binpê kirine û daxwaz kirine ku ji bo kesên bi xetereya îşkenceyê û dan û standina dermirovî yên li girtîgehên Sûriyeyê rû bi rû ne, bi lez tevdîr bên girtin.

Rojnameyê bal kişand ser êrişa li dijî hêzên Rûsyayê jî û nivîsand: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk karwanekî hêzên Rûsyayê li ser rêya mezreyên Um Hoş-Herbel ên li gundewarên bakurê Helebê topbaran kiriye, di encamê de leşkerekî Rûs hatiye kuştin, 4 leşker jî bi giranî birîndar bûne. Li asîmanê herêmê tevgera helîkopterên Rûsyayê jî hebû.”

‘YEKITIYA AFRÎKAYÊ TÊKILDARÎ RÛDANA ŞERÊ NAVXWEYÎ LI SÛDANÊ HIŞYARÎ DA’

Rojnameya El Beyan jî behsa rewşa Sûdanê kir û wiha nivîsand: “Hemwextî şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, Desteya Pêşxistinê ya Hikumetê (IGAD) li Cîbotiyê lûtkeyek li dar xist. Lûtke ji bo îqnakirina aliyên aloziyê ji bo destpêkirina diyalogê û bidawîkirina şerê li welat hat lidarxistin. Serokê Komîseriya Yekitiya Afrîkayê Mûsa Fekî hişyarî da ku berdewamkirina şer li Sûdanê gefa rûdana şerê navxweyî ya berfireh dixwe. Li aliyê din, artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn têkildarî ji nû ve destpêkirina şer piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan, hev û din tawanbar kirin.”

‘ÎRAN HEMWEXTÎ VEGERANDINA TÊKILIYÊN DÎPLOMATÎK LI BENDA BERSIVA MISIRÊ YE’

Nêzîkbûna Misir-Îranê jî rojeveke rojnameya El Ereb bû. Rojnameyê di vê derbarê de nivîsand: “Îran şandina peyamên cuda ji bo vegerandina têkiliyên dîplomatîk bi Misirê re dewam dike. Lê Misir tu peyamên zelal û diyar ku niyeta wê ya avêtina heman gavan diyar bikin, nade. Ev di demekê de pêk tê ku Îran hewl dide têkiliyên xwe yên herêmî vegerîne.

Wezareta Karên Derve ya Îranê duh ragihand ku eger Qahîre bixwaze, ew amade ye têkiliyên bi Misirê re berfireh bike.

Daxuyaniyên nû yên Îranê hemwextî serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Qahîreyê, hatin dayîn.

Rojnameyê li gorî çavkaniyên ji Misirê eşkere kir ku serdana Sûdanî ya ji bo Qahîreyê, armanc jê xistina tevgerê ya dosyaya têkiliyên Qahîre-Îranê ye.”

(c)