​​​​​​​Komxebata ‘Rojhilata Navîn a Demokratîk’ dest pê kir

Komxebata "Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê" bi beşdarbûna hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedaran li paytexta Lubnanê Beyrûtê dest pê kir. Dê di komxebatê de Komploya Navneteweyî, dosyayên Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirinê bên nîqaşkirin.

13 hezîran, 2023   07:30
BEYRÛT-EHMED MIHEMED

Komxebata "Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê" beriya çend kêliyan li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê kir. Komxebat ji aliyê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê ve bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirreng, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT tê birêxistinkirin.

Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lubnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî komxebatê bûne.

Li gorî agahiyên nû ku sekreterê giştî û damezirînerê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê Alfred Riachi bi nûçegihanê me re parve kirine, dê ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetirî 200 kesayet tev li komxebatê bibin.

Di roja yekemîn ya komxebatê de dê Alferd Riachi û mêvanan ve axaftin werin kirin. Piştre dê mijarên rûniştinên yekemîn û duyemîn werin nîqaşkirin.

Rûniştina yekemîn bi sernavê "Aloziya global û bandorên wê li Rojhilata Navîn" e. Di rûniştinê de dê aloziya global, sedem û bandorên wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, bandora aloziyê li Lubnanê û rêbazên çareseriyê werin nîqaşkirin. Her wiha dê pirsgirêka rêvebertiyê li Rojhilata Navîn were şîrovekirin.

Rûniştina duyemîn bi sernavê "Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê" e. Dê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya Rêber Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê werin nîqaşkirin.

Di roja duyemîn a dawîn de jî dê 2 rûniştin pêk werin û encamname were derxistin.

Di rûniştina sêyemîn a bi sernavê "Bingehên ronesansê li Rojhilata Navîn" de, dê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinê werin şîrovekirin.

Rûniştina çaremîn wê bi sernavê "Ber bi Rojhilateke Navîn a demokratîk ve" were birêxistinkirin. Di vê rûniştinê de jî wê stratejiya hevpar a ji bo avakirina rojhilateke navîn a demokratîk, xebatên hevbeş ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina pirsgirêka penaberiyê ya li herêmê, bi taybet li Sûriyeyê werin şîrovekirin.

(c)

ANHA