​​​​​​​Tetbîqata herî mezin a NATO'yê: Air Defender 23

Tetbîqateke mezin a hewayî bi beşdariya nêzî 250 balafirên leşkerî û 10 hezar leşkerên 25 dewletên endamên NATO’yê tê lidarxistin.

​​​​​​​Tetbîqata herî mezin a NATO'yê: Air Defender 23
12 hezîran, 2023   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

NATO mezintirîn tetbîqata hewayî di dîroka xwe de, vê duşemê pêk tîne. Tetbîqat bi navê "Air Defender 23" ye û dê heta 23’yê Hezîranê bidome. Ji 25 dewletên endamên NATO’yê û hevkarên wan derdora 250 balafirên leşkerî beşdarî tetbîqatê dibin. Di nava wan welatan de Japonya û Swêd jî hene ku hîn di pêvajoya endamtiya NATO’yê de ne.

Nêzîkî 10 hezar leşker dê beşdarî van tetbîqatan bibin, ku ji bo bihêzkirina karbidestî û parastina li dijî balafirên bêmirov û mûşekan di êrişên li ser bajar, balafirgeh an benderên li ser xaka dewletên NATO’yê de hatine çêkirin.

Ji bo tetbîqatê di serî de li Almanya, Çekya, Estonya û Letonyayê perwerdeya operasyonelan û taktîk dê pêk were. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz dê roja înê serdana pîlotên li balafirgeha Schleswig-Jagel a li bakurê Almanyayê bike.

Fermandarê Hêzên Hewayî yên Almanyayê general Ingo Gerhartz di dema danasîna tetbîqatê de got tetbîqat di sala 2018’an de hatiye dîzaynkirin.

Gerhartz di heman demê de biryardariya xwe ya ji bo parastina xaka NATO’yê diyar kir û got: “Em hevalbendiyeke berevaniyê ne û bi vî rengî ev tetbîqat hate plankirin.”

Sefîra Amerîkayê ya li Almanyayê Amy Gutmann jî got armanca van manevrayan jî ew e ku bi taybetî peyamekê bidin Rûsyayê.