‘Li gorî qanûnên navneteweyî Rêveberiya Xweser dikare DAIŞ`iyan bidarizîne’

Parêzer Cibraîl Mistefa da zanîn ku bendeke diyar a qanûnên navneteweyî têkildarî darizandina sûcdarên ku sûcên şer kirine, tune ye ku darizandina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve asteng bike.

‘Li gorî qanûnên navneteweyî Rêveberiya Xweser dikare DAIŞ`iyan bidarizîne’
12 hezîran, 2023   08:22
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10`ê Hezîranê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê û bi rengekî ku mafên qurbaniyan û endamên malbatên wan misoger bike, bidarizîne.

Parêzer Cibraîl Mistefa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û behsa aliyê qanûnî yê darizandinê kir. Mistefa got: “Li gorî qanûnên navneteweyî, mafê Rêveberiya Xweser heye ku endamên DAIŞ`ê bidarizîne.”

Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku tu astengiyên siyasî yan qanûnî ku li gorî wan Rêveberiya Xweser nikare DAIŞ`iyên biyanî bidarizîne, tune ne û wiha dom kir: “Nexasim ku civaka navneteweyî nikare wan bidarizîne. Lewma, dema ku Rêveberiya Xweser wan li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî bidarizîne, dê ev dadgehkirin objektîf bin. Texmîn dikim ku piştgiriyeke siyasî û dadwerî ya navneteweyî hebe.”

Mistefa got Rêveberiya Xweser dikare çeteyên DAIŞ`ê li gorî cihê ku sûc lê hatine kirin bidarizîne û got: “Çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc kirine. Lewma rêveberî dikare wan bidarizîne. Lê divê ev dadgehkirin adilane, zelal û li gorî pîvan, rêgez û qanûnên navneteweyî be.”

(c)

ANHA