Polîsên Tirk 5 endamên HDP`ê destgîr kirin

Polîsên Tirk li navçeya Elkê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de 5 endamên Partiya Demokratîk a Gelan destgîr kirin.

Polîsên Tirk 5 endamên HDP`ê destgîr kirin
12 hezîran, 2023   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tîmên Taybet ên Tirkiyeyê li taxa Alî Çavûş a navçeya Elkê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi ser gelek malan de girtin.

Di serdegirtinê de Hevseroka Navçeya Elkê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zarîfe Borak, Rêveberê Navçeyê yê HDP'ê Emrah Yacan û Lokman Abî, Devran Abî û Mehmet Cîn hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

(c)