El Sûdanî diçe Misirê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî serdana Misirê dike. Li gorî medyaya Iraqê têkiliyên Misir û Îranê dê di hevdîtinên her du aliyan de werin nîqaşkirin.

 El Sûdanî diçe Misirê
12 hezîran, 2023   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî serdana Misirê dike. Ji dema ku El Sûdanî bûye serokwezîrê Iraqê di Cotmeha borî de, ev cara duyemîn e ku serdana Misirê dike.

Li gorî medyayên Iraqê, El Sûdanî dê dosyaya navbeynkariyê ya Tehran û Qahîreyê parve bike. Her wiha hate gotin armanca din a vê serdanê pêşxistina tevkarî û têkiliyên Misir û Iraqê ye.

Piştî qutbûna di navbera Qahîre û Tehranê de ku derdora 7 salan dewam kir, li Iraqê torên hevdîtinên rayedarên Erebistana Siûdî û Îranê pêk hatin.

Hate diyarkirin ku El Sûdanî dê vexwendnameyê ji şîrketên Misirê re bişîne da ku beşdarî pêngavên avakirinê bibin û di aktîfkirina komîteyên hevpar ên her du welatan de cih bigirin.

Tê gotin ku dê lihevkirinên têkildarî xizmetguzarî û werzîşê jî rojeva serdanê bin.

(bb)