​​​​​​​Li Qamişloyê 16 projeyên avê

Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê ji par ve 16 projeyên avê çêkirine û di plansaziya wê ya îsal de jî 21 projeyan hene.

​​​​​​​Li Qamişloyê 16 projeyên avê
12 hezîran, 2023   07:40
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Gerînendetiya Avê ya Kantona Qamişloyê ji bo başkirina rewşa avê li gund, navçe û bajarokên kantonê projeyên cuda pêk tîne.

Li gorî Gerînendetiya Avê ya Kantona Qamişloyê, li seranserê kantonê 16 projeyan hene. Yek ji wan jî projeya depoya avê ya li stasyona Hilêliyê ye ku têra 3 hezar metrekab avê dike. Tê payîn ku ev proje di Tîrmeha bê de bi dawî bibe.

/ar/uploads/files/2023/06/11/191503_byryfan.webp

Hevseroka Gerînendetiya Avê Bêrîvan Silo anî ziman ku li seranserê kantonê pirsgirêkên wekî qutbûn û kêmbûna avê tên çareserkirin û hewl didin vê havînê pirsgirêkan bi dawî bikin.

Bêrîvan Silo destnîşan kir ku bîr, pompe û stasyonên avê ji sedî 85 hatine amadekirin.

Jêdera yekemîn a avê li herêmê bîr in lê hişkesaliya di çend salên dawîn de li herêmê çêbû bandoreke mezin li ava bîran kir.

Gerînendetiya Avê wek jêdera duyemîn xwe dispêre bendava Sefanê. Lê dewleta Tirk a dagirker bi jêdera avê ya bendavê dilîze û kêm dike. Li kantona Qamişloyê 11 stasyon hene.

16 PROJE

Gerînendetiya Avê ji sala 2022'yan heta niha 16 projeyên avê li seranserê kantonê pêk anîne.

Proje ev in: Pompên stasyonên avê hatin sererastkirin û jenerator hatin danîn, gelek bîr ji nû ve hatin sererastkirin, li taxa Cûdî 400 metre şebekeya avê hate sererastkirin, li Til Koçer, Til Birak û Til Hemîsê projeyên avê hatin pêkanîn, li hejmareke bîran enerjiya rojê hatin danîn û li hinek bîrên din kehrebe hatiye danîn.

2 TAQÎGEH

Ji bo wergirtina ava paqij Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê 2 taqîgehên (laboratuar) avê vekirine, yek li bendava Sefanê û yek li bajarê Qamişloyê ye.

PLANA 2023’YAN; 21 PROJE

Bêrîvan Silo diyar kir ku di plansaziya 2023'yan de projeyên kolandina bîran û sererastkirina hinek bîran û avakirina xetên nû yên avê hene.

Bêrîvanê destnîşan kir ku li navçeya Tirbespiyê 7 û li Girkê Legê bîrek hatin paqijkirin û sererastkirin, hin jeneratorên avê hatin sererastkirin û li stasyonên avê panoyên elektrîkê yên nû hatin bicihkirin.

PROJEYÊN STRATEJÎK

/ar/uploads/files/2023/06/11/191528_img_9750.webp

Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê ji bo pêşxistina qada avê li kantonê projeyên stratejîk danîne. Stasyoneke avê dê li bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê were danîn da ku avê bide navenda navçeyê û gundên wê, stasyonek dê li bendava Çilaxa were danîn û bîr bi rêya enerjiya rojê werin xebitandin.

(bb)

ANHA