​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rêveberiya Xweser dê DAIŞ`iyan bidarizîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa DAIŞ`iyên biyanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nakokiyên hêzên kurdî yên Başûrê Kurdistanê û tevgerên DAIŞ’ê yên li Afrîkayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rêveberiya Xweser dê DAIŞ`iyan bidarizîne
12 hezîran, 2023   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “2 rayedarên payebilind ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir ku rêveberiyê tedbîrên pratîk ji bo darizandina endamên DAIŞ`ê yên biyanî, girtine.

Serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û serokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Sîhanok Dîbo got wan gelek caran ji hikumetên Kaolîsyona Navneteweyî daxwaza avakirina dadgehek navneteweyî li herêmên rojhilatê Firatê yên di bin serweriya rêveberiyê de ne yan jî vegerandina hemwelatiyên xwe yên di nava rêxistinê de û darizandina wan kiriye.

Ev daxuyanî piştî ragihandina Rêveberiya Xweser ku dê zêddetirî 10 hezar girtiyên li girtîgehên xwe bidarizîne, pêk tê. Welatên wan kesên biyanî, ne wan, ne jî malbatên wan ku hejmara wan zêdetirî 50 hezarî ye û li kampên Holê û Roj dimînin, venagerînin. Rayedarên Rêveberiya Xweser bang li NY`yê, rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî û komên hiqûqî yên herêmî kir ku di mijara darizandinê de alîkariyê bidin.”

‘YNK DI MIJARA BUDÇEYA GIŞTÎ DE BI SER PDK’Ê DIKEVE’

Rojnameya El Ereb jî der barê rewşa Başûrê Kurdistanê de nivîsî: “Her du partiyên Kurdan ên li Iraqê (Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Yekitiya Nîştimanî) careke din der barê bendeke qanûna budçeya giştî de, êrişî hev kirin. Serokê hikumeta navendî ya Bexdayê dikare der barê maf, mekanîzma, berpirsyariyên taybet bi fînansekirin û rêvebirina hesabên bankê yên herêma Kurdistanê de, nakokiyê bi dawî bike.

Piştî şêwirên ku 24 saetan dewam kirin, parlamentoyê benda qanûnê li gorî forma ku YNK bi piştgiriya partiyên Çarçoveya Hemahengiyê diyar kirin, erê kir. Lê PDK’ê ew form red kiribû. Lewma erêkirina forma ku YNK`ê diyar kiriye, wekî destkeftiyeke wê li hember PDK`ê tê hesibandin.

Çavdêr dibêjin ku kombûna partiyên Çarçoveya Hemahengiyê li dora YNK`ê, metirsiyên rêveberiya PDK`ê çêdike. Bloka kurdî ya li parlamentoya Bexdayê êdî ne yek e, eger nakokî di navbera Hewlêr û Bexdayê de têkildarî dozên pereyan û hwd de çêbin, dê hikumeta Mesrûr Barzanî ya li Hewlêrê were îzolekirin û dê nekarin tiştên ji bo xwe guncaw dibîne, ferz bike. Ji ber ku hikumeta Çarçoveya Hemahengiyê xwe dispêre piştgiriya Silêmaniyê.”

‘KOALÎSYONA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ`Ê BER BI AFRÎKAYÊ VE DIÇE’

Rojnameya El Beyan jî nivîsî: “Ji daxuyaniya hevbeş a wezîrên karên derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, asta girîngiya ku koalîsyon dide planên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê li Afrîkayê diyar dibe. Nexasim ku di demên dawîn de rêxistin li wê parzemînê bi rêya dûvik û şaneyên xwe bi tevger bûye. Dibe ku ev yek nîşaneya şerên germtir li gelek welatên Afrîkayê di demên pêş de, dide.”

(c)