​​​​​​​Têkiliyên Siûdiyê bi aliyên bi nakok re; sedem û encam

Bi hatina Mihemed Bin Selman li ser desthilatê di 23`ê Kanûna 2015`an de, guhertinên nû yên siyasî çêbûn û têkiliyên bi aliyên bi nakok mîna Rûsya, Çîn û Amerîkayê re bi pêş ketine. Lihevhatina bi îranê re jî lê zêde bikin. Gelo sedem û encamên van hevbendiyan çi ne?

​​​​​​​Têkiliyên Siûdiyê bi aliyên bi nakok re; sedem û encam
12 hezîran, 2023   07:02
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Şîrovekar û pirsporên kar û barên welatên Kendavê destnîşan dikin ku siyaseta derve ya Siûdiyê hatî guhertin, nexasim di du salên dawîn de. Wisa diyar dibe ku lêveger û ji nû ve nirxandina vê siyasetê li ser binghea “destkeftî û zirar” hatî kirin û xuya ye ku êdî ev siyaseta zêdetir pragamtîk e. Lê di heman demê de derbarê avakirina hevbendiyan bi welat û aliyên bi nakok re gelek pirs derdikevin hole.

Lê pirsa sereke sedem û faktorên wê ne, gelo bi rastî ev guhertinên cewherî û stratejîk in, yan jî guhertinên taktîkî yên demkî ne ku xizmeta berjewendiyên şexsî yên Siûdiyê dikin. Li aliyê de pirsa “çima ev dewlet têkiliyan bi Siûdiyê re datînên?” jî xwe dide der.

Nivîskar û pirsporê kar û barên welatên Kendavê Elî Mûrad têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

/ar/uploads/files/2023/06/11/191758_aly.webp

Elî Mûrad anî ziman ku gelek sedem hene ku ev dewlet têkiliyên baş bi Siûdiyê re deynin û got: “Ya yekê; siûdiyê li herêma erebî xwedî roleke pêşeng e, hêza wê xurt e û dikare beşekî girîng ji welatên Ereban di astên siyasî, aborî û çandî de bixe tevgerê. Yan din jî; girîngtirîn pîrozbahiyên Mislimanan li axa Siûdiyê ne. Lewma, pir xwezayî ye ku ev dewlet hewl bidin ji hêza bandorkirina qada Îslamî yê Siûdiyê, sûd werbigirin. Her wiha Siûdiyê dewleteke mezin e û di ware hilberandina petrolê de li ser asta cîhanê welatê sêyemîn e. Her wiha ew dikare nirxê petrolê li gorî berjewendî û hevbendiyan (hevbendiya Opec+) kontrol bike.”

Mûrad destnîşan kir ku ev sedemên aborî dihêlin dewletên mîna Çîn, Rûsya,Amerîka û Ewropa têkiliyên xwe bi Siûdiyê re baş bikin.

Mûrad bal kişand ku hin dewlet têkiiyan bi hêzên mîna Rûsya û Çînê re datnîn, li aliyê din jî têkiliyên bi welatên rojavayî nexasim bi Amerîkayê re qut nakin û wiha dom kir: “Dê Hindistan, Tirkiye, Berazîl û Siûdiyê bandorek girîng li avakirina pergala nû ya cîhanê bikin. Ji lew re, bi hemû hêzên cîhanî yên din re têkiliyên baş datînin da ku karibin sûdê ji her kesê werbigirin û nebin yekalî.”

Mûrad,der barê têkiliya Siûdiyê bi welatên ku piştgiriyê didin koma Îxwan Mislimîn re yê mîna Tirkiye, Qeter û Îranê jî got: “Siûdiyê siyaseta bêpirsgirêk dimeşîne, di du salên dawîn de têkiliyên bi Qeter û Tirkiyeyê re vegerandin. Bi taybet beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê, Siûdiyê di piştgirîya aborî û pereyên Tirkiyeyê de rolek girîng lîst. Ji vê yekê, helwesta mîrzayê Siûdiyê li hember dewletên ku tevgerên îxwanan hewandin, diyar dibe.”

Mûrad diyar kir ku “pragmatîzma berjewendiyan” sernavê siyaseta derve ya Siûdiyê di vê pêjvahoyê de ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Piştî Tirkiye û Qeterê, niha berjewendiyên wê bi lihevhatina bi Îranê re ye. Ev jî paşde gavavêtina di dosyaya normalîzekirinê de pêwîst dike. Lewma, em ê nîşaneyên erênî ji aliyê Siûdiyê ve ber bi Hemasê ve bibînin. Dê têkiliyên wê bi Îxwanan Sûriyeyê re jî bi paş bikevin.”

Mûrad anî ziman ku bi başbûna têkiliyên Riyadê bi Îranê û cîranên wê re, her wiha pêşxistina têkiliyên bi Çîn û Rûsyayê re, dê astengiya sereke li pêşiya îstiqrara rejîma Siûdiyê, dê ji Amerîkayê be.

(c)

ANHA