Dagirker niha jî derdora Til Rifetê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de derdora navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê topbaran dike.

Dagirker niha jî derdora Til Rifetê topbaran dikin
12 hezîran, 2023   05:59
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker ji duh ve êrişên xwe yên ser herêma Şehbayê zêde kirine.

Piştî ku duh ber êvarkî gelek gund û deverên herêmê hatin topbarankirin, îro jî derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê tê topbarankirin.

Li gorî agahiyan, topbaran berdewam dike û balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.

(c)

ANHA