Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Mihemed El Hemadê li goristana şehîdan a Tebqayê oxir kir.

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed El Hemadê oxir kir
11 hezîran, 2023   20:01
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) "Ceyş El Siwar" Mihemed El Hemadê (Ebû Mehmûd) ku di 10'ê vê Hezîranê de di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bûye oxir kir.

Di merasîmê de nûnerên rêveberiya sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û meclisên leşkerî û hêzên leşkerî û rûspiyên eşîran û tevgerên ciwanan ên Tebqayê beşdar bûn.

Di serî de bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê fermandar Eymen El Mendo sersaxî ji malbata şehîd xwe xwest û got: "Şehîdên me di dil û çavên me de ne ji ber ku ew tu carî ji bîra me naçin."

El Mendo wiha zêde kir: "Şehîd Mihemed El Hemadê rêya têkoşînê di nav refên Ceyş El Siwar de hilbijart ku navê wî jî di nav navên leheng û egîdan de hat nivîsîn û ew êdî bû nimûneyê dilsoziya bi welêt û gel."

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî jî wiha axivî: "Em sersaxî ji xwe û malbata şehîd re dixwazin û soz didin ku têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran bidomînin."

El Maşî wiha zêde kir: "Ev xak warê leheng û egîdan e, eger yek biçe jî dê yek din ala wî hilde û rêya wî bişopîne, ji ber ku wan nameya hezkirina welêt bi xwîna xwe ya pîroz nivîsandine û bûn pêşengên vê şoreşê da ku jiyaneke aştî û azad peyda bînin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin û cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(mh/şx)

ANHA