​​​​​​​′Azadiya Rêbertî azadiya gelan e′

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî gelan e û azadiya wî azadiya hemû gelan e û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang kirin.

​​​​​​​′Azadiya Rêbertî azadiya gelan e′
12 hezîran, 2023   00:39
HELEB

Ji 25’ê Adara 2021’an de agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, nayên girtin. Dewleta Tirk a dagirker bi dirêjkirina qedexeya hevdîtinê û cezayên dîsîplînê rê nade malbatê û parêzeran ku pê re hevdîtinê bikin. ‏

Dewleta Tirk bi hincetên mîna “pêkanîna werzîşa meşê” cezayên dîsplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibire û bi vî rengî wî ji "Mafê Hêviyê" bêpar dihêle.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li Kurdan li seranserî cîhanê kir serî hildin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

/kr/uploads/files/2023/06/11/193944_-.webp

Welatiya bi navê Fatima Reşîd a ji herêma daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha: "Em dixwazin rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bizanin."

Fatme komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û anî ziman ku wekî gelê Kurd ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

′DIVÊ EM DENGÊ XWE BIGIHÎNIN CÎHANÊ′

/kr/uploads/files/2023/06/11/193859_-.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Salih Mistefa jî diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê bûye, lewma dewleta Tirk a dagirker heta di girtîgehê de jî ji wî ditirse.

Mistefa bang li rêxistinên mafên mirovan kir ji bo aşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan zextê bikin û wiha dom kir: “Divê gelê Kurd heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê me li qadan bin û dengê xwe bigihînin cîhanê."

′AZADIYA RÊBERTÎ AZADIYA TEVAHÎ GELAN E′

/kr/uploads/files/2023/06/11/193926_-.webp

Reşa Mistefa jî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd şermezar kirin û got: "Ev zêdetirî 2 sal in me tu agahî ji rêberê xwe wernegirtine. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û tê bikoşin."

Reşa bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bang li welatiyên dikin ku heta azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk tê, li kêlek hev bin. Ne ji Rêber Ocalan be, projeya neteweya demokratîk pêk nayê. Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî gelan e, azadiya wî azadî tevahî gelan e."

(fr/c)

ANHA