​​​​​​​Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiye: Em Şehbayê bi tenê nahêlin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê piştgiriya berxwedana xelkê Şehbayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

​​​​​​​Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiye: Em Şehbayê bi tenê nahêlin
12 hezîran, 2023   04:32
HELEB

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker roja şemî, erebeyek li navçeya Ehdas a bakurê Helebê bombebaran kir. Di encamê de 3 şervanên YPG`ê şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ev êriş şermezar kir.

GELEK XWEDÎ DÎROKEKE KEVNAR Û VÎNEKE BI HÊZ

/kr/uploads/files/2023/06/11/194230_-.webp

Welatiyê bi navê Omer Fewazî yê ji rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê got: “Em ji tevahî hiqûqnasan û dewletên mezin pirs dikin, mafê dewleta Tirk a dagirker çi ye ku gelê me bikuje û herêmên me binpê bike?”

Omer di dawiyê diyar kir ku Erdogan çi dikbe bila bike lê gelê Kurd serî natewîne û dê her tim şopdarên rêya şehîdan bin.

BANGEWAZIYÊN VEGERANDINA AXA SÛRIYEYÊ

/kr/uploads/files/2023/06/11/194145_-.webp

Welatiya bi navê Elmase Qere Hesen a li beşa Merûf a taxa Şêxmeqsûd dimîne êrişên li dijî Şehbayê şermezar kirin û wiha domand: “Gelê Kurd, gelek bê guneh e. Em koçber bûn û hatin li Şehbayê bi cih bûn. Lê dîsa jî êriş me dikin û me dikujin. Em mafên xwe yên herî besît dixwazin. Em dixwazin axa me ya dagirkirî, ziman û çanda me vegere ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tune bike.”

Elmase bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji xewa tê de şiyar bin û li hale zarokan û kesên temenmezin binêre yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêma Şehbayê zehmetiyan dikişînin.

Elmase diyar kir ku xelkê taxê dê piştgiriya xelkê Şehbayê bikin û got: “Em bi we re ne. Berxwedan jiyan e.”

PIŞTGIRIYA MANEWÎ Û BEDENÎ

/kr/uploads/files/2023/06/11/194247_-.webp

Mistefa Hemo yê li Eşrefiye dimîne wiha axivî: “Em van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar dikin. Em ji vê dijminê hov re dibêjin, gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiye û Rojava, dê li rex xelkê Şehbayê bin.”

Hemo da zanîn ku gelê Kurd dê li hember şer û kuştinê bisekine û soza piştgiriya şervanên li eniyan kir û wiha pê de ki: “Em dê bi wan re li hember civata navneteweyî ya bêdeng bimînin. Xelkê her du taxan, dê piştgiriya manewî û madî bide xelkê Şehbayê.”

(şx)

ANHA