​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-6-2023
11 hezîran, 2023   23:00

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî gelan e û azadiya wî azadiya hemû gelan e û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê piştgiriya berxwedana xelkê Şehbayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sibê li paytexta Lubnan Beyrûtê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, aloziya global û bandorên wê, neteweya demokratîk û rola jinan, her wiha rêbazên xebatên hevpar ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, komxebatek tê lidarxistin.

Gerînendetiya Avê ya kantona Qamişlo, ji 2022`yan ve 16 projeyên avê li dar xistine. Ji bo plansaziya 2023`ê jî hewl dide 21 projeyên din li dar bixe. Her wiha ji bo gelek projeyên stratejîk jî plan danîne ji bo ku avê bigihîne bajarok û navçeyên kantonê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî ku Mihemed Bin Selman 23`yê Kanûna 2015`an gihaşt desthilatê, pê re ji nişkan ve rêgezeke zelaltir a siyasetên têkil ên herêmî derketin pêş. Guhertinên siyasî yên nû bi xwe re anîn, têkiliyên bi aliyên nakok re mîna Rûsya, Çîn û Amerîkayê re li dar xistin. Em îran jî ji bîr nekin. Gelo sedem û encamên van hevbendiyan çi ne?

Ezmûnên dawîn ên xwendekarên fakulteyên Zanîngeha Kobanê dest pê dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê konferansa xwe ya 5`an li hola Mîtan a navçeya Fafîn a herêma Şehbayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Şehbayê daxuyaniyekê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komxebata wêjeyî ya 6`an li Tebqayê li ser dika şehîd Musena Ebdulkerîm didome saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 3 şervanên YPG`ê li goristana şehîdan a navçeya Ehrezê oxir dikin ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Ehdasê şehîd bûne saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi sponseriya Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Hesekê bi hevkariya Komîna Wênesaziyê, tabloyek bi pîvana 58 metreyan li parka 4`ê Nîsanê ya Hesekê pêşan dide ku dîroka bajarê Aştiyê Efrîn rave dike saet di 18:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Helebê ji bo şermezarkirina êrişa li ser kantona Şehbayê xwepêşandanekê li dar dixe saet di 18:00`an de. Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê daxuyaniyekê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA