Ji bo şermezarkirina cezayên dîsîplînê li Kobanê û Dêrazorê çalakî

Şêniyên Kobanê û Dêrazorê biryara qedexeya hevdîtinê Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re heta 6 mehên din, bi 2 çalakiyên cuda şermezar kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

10 hezîran, 2023   12:08
KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din, çalakiyên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê çalakiyê konvedanê li dar xist.

Welatiyên Kobanê, endamên partiyên siyasî yên herêma Firatê û saziyên Kobanê berê xwe da bin konê çalakiyê.

Li bin kon hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û bang li welatiyên herêmê kir ku li hember rejîmên desthilatdar ên ku hewl didin bi rêya tecrîdê vîna gelên azadîxwaz bişikînin, têkoşînê bilind bikin.

Kerho got: "Em nêzî azadiyê ne û zilma li ser xwe qebûl nakin. Ev jî bi saya rêberê me ye. Em ê bi hevgirtin û şopandina rêça Rêber Abdullah Ocalan bi ser bikevin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir wiha got: "Em îro bi hemû hêza xwe hewl didin li hember dijminê mirovahiyê bisekinin û tecrîda li dijî rêbertî bişikînin. Ew bi rêya tecrîdê dixwazin me qir bikin. Lê nizanin rêbertî rêya me ronî kir. Yên ku texmîn dikin bi rêya tecrîdê vîna me têk bibin, şaş in. Ji wê zêdetir em ê têkoşînê bilind bikin, vê tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya rêberê xwe pêk bînin."

Endamê Komîteya Rêveber a PYD′ê Ehmed Xoce jî wiha got: "Em di qonaxeke man û nemanê de ne. Ji bo em hebûna xwe îsbat bikin, em îro li qadan in, da ku dethilat bizanin em bi dil û ruh bi rêberê xwe re ne û azadiya wî azadiya me ye."

DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclisa herêma rojava ya Dêrazorê bi dirûşma "Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo tev li cenga azadiyê bibin" konê çalakiyê li bajarokê Seiwê yê rojavayê Dêrazorê vegirt.

Nûnerên saziyên sivîl ên Dêrazorê, nûnerên tevgera ciwanan, nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbiya û hêzên leşkerî û welatî herikî bin kon.

Di bin kon de endama tevgera ciwanan Rewde El Ewad daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên derexlaqî, tecrîdkirinê de li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Lê hîna Rêber Abdullah Ocalan meşaleya serdemê ya li dijî dewleta Tirk û planên wê yên mêtingeriyê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîn bilind be.

Dûre serokê Meclisa herêma rojva ya Dêrazorê Mihemed Hîlal li ser navê meclisê wiha got: "Em tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan a ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya herêma Kîsra Ehmed El Cebir jî axivî û wiha got: "Em hemû kiryar û binpêkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin, her wiha tecrîdê li dijî rêbertî û bêdengiya navneteweyî jî şermezar dikin."

El Cebir bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ji bo têkbirina dewleta Tirk, hilweşandina dîwarên Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hevgirtî bin.

Her wiha endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Dêrzorê Sîham El Ebid wiha got: "Em bi berxwedan û têkoşîna rêbert xurt in. Tu ne di nava me de ye, lê fikrê te di damarên me re diherike. Dê rojeke bê em ê deriyê girtîgeha te bişikînin."

Ev çalakî dê heta 2 rojan dewam bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jTX-h4mqgbc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>