​​​​​​​Rêveberiya Xweser dê çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne

Rêveberiya Xweser daxuyand ku biryar daye dê çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên li herêmê de bidarizîne. Her wiha diyar kir ku divê ji bo darizandina çeteyan dageheke navneteweyî jî were avakirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser dê çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne
10 hezîran, 2023   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî biryara xwe ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê wiha da zanîn:

“Di cîhanê de hate dîtin ku çawa QSD`ê şerê rêxistina DAIŞ`ê ya terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Destpêkê ji Kobanê heta Baxozê û paytexta wan Reqayê.

Vê rêxistina terorê ya navneteweyî ye gelek sûcên mezin û komkujî li dijî şêniyên herêmê pêk anî. Hin ji wan gihaştin asta sûcên şer, kuştina mirovahiyê û bi hezaran windahî çêbûn.

Her wiha bajarên me û binesaziya wan hatin hilweşandin. Terorîstên ku ji zêdetirî 60 dewletan bi rêya xaka Tirkiyeyê û bi destek û çavdêriya hikumeta Enqereyê derbasî xaka Sûriyeyê bûn.

Lê tevî vê yekê jî QSD`ê ew têk birin û di aliyê erdnîgariyê de û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ew têk bir. Me berdêlên pir mezin dan û zêdetirî 15 hezar keç û xortên me şehîd bûn, her wiha zêdetirî 25 hezar birîndar hene.

‘10 HEZAR ÇETE GIRTÎ NE’

Li baregeha dawîn a rêxistina DAIŞ`ê zêdetirî 10 hezar çeteyên rêxistina terorê hatin girtin. Ew jî niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne.

Her wiha bi deh hezaran endamên malbatên wan hene ku piraniya wan zarok û jin in û di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn.

Ji rojên destpêkê yên bidawîbûna şerê Baxozê de û piştî wê jî Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî dike ku erka xwe di çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên li gel wê de pêk bîne. Her wiha însiyatîf ji dewletên pêwendîdar û rêxistinên hiqûqî û navneteweyî re ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî û darizandineke navneteweyî, pêşkêş kir.

Ew jî ji bo çeteyên DAIŞ`ê li gorî belgeyên li gel rêveberiyê ku sûcên terorê bi hevkarên xwe re li dijî şênî û pêkhateyên herêmê pêk anîne, werin darizandin.

Îro jî tevî zehmetiyên mezin û pêvajoya girîng û hesas û barê mezin ku li ser mile Rêveberiya Xweser e, ji ber wan sûcdaran di girtîgehên xwe de dihewîne bêyî ku têkildarî sûcên li dijî bêgunehan pêk anîne, werin darizandin.

‘REWŞA HEYÎ BI VÎ ŞIKLÎ DEWAM NAKE’

Mayîna vê rewşê êdî wiha nabe û nepêşkêşkirina wan sûcdaran ji edaletê re li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye, her wiha mayîna wan bi vî awayî xetereya li ser ewlehiyê zêde dike.

Ji ber vê yekê jî paşguhkirina civaka navneteweyî ji bangên Rêveberiya Xweser ji dewletan re da ku welatiyên xwe di nava rêxistina terorê de wergirin maf bi cih anîn, edalet ji mexdûran re bê dayîn û edaleta civakî pêk were.

Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêşkêşkirina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ji dadgehên aşkera, adil û zelal re dike. Ev jî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên taybet bi terorê û li gorî parastina mafên mexdûran û malbatên wan tê kirin.

Ev jî nayê wateya ku rêveberiyê dev ji nêrîna xwe di girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî de û darizandina wan li gorî rêbazên navneteweyî yên taybet bi dosyaya DAIŞ`ê ya terorê, berdaye. Em bi bangên xwe yên ji civaka navneteweyî re ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî, bi israr in.

‘DIVÊ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ Û SAZIYÊN TÊKILDAR DESTEKÊ BIDIN’

Di vê çarçoveyê de em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî terorê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên hiqûqê, yên navneteweyî yên pêwendîdar û rêxistinên herêmî dikin ku bi awayekî erênî beşdar bibin û destekdayînê di hemû astên darizandinê de pêşkêş bikin.”