Li ser qirêjiya plastîkê û xetereyên wê semînerek hate dayîn

Kongra Star a Qamişloyê li ser xetereya qirêjiya plastîkê û çawaniya sînordarkirina xetereyên wê semînerek da.

Li ser qirêjiya plastîkê û xetereyên wê semînerek hate dayîn
Li ser qirêjiya plastîkê û xetereyên wê semînerek hate dayîn
Li ser qirêjiya plastîkê û xetereyên wê semînerek hate dayîn
Li ser qirêjiya plastîkê û xetereyên wê semînerek hate dayîn
10 hezîran, 2023   11:40
QAMIŞLO

Kongra Star a Qamişloyê bi navê "Plastîk dijminê jîngehê ye" semînerek da. Semîner li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê hate dayîn.

Endama Gerînendetiya Jîngehê ya Qamişloyê Hêlîn Ukaş Hisên bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star semîner da.

Di semînerê de gelek mijar hatin nîqaşkirin; bandora plastîkê li ser jîngehê, pênasekirina qirêjiya plastîkê, rêbazên sînordarkirina wê, hewldanên li herêmê û cîhanê yên ji bo sînordarkirina qirêjiya plastîkê.

Hêlîn Hisên got: "Plastîk wek madeyekê di xwezayê de tune ye, lê di laboratuwaran de tê çêkirin. Madeyeke xwedî gelek naverokan e. Ew ji gelek polîmeran pêk tê û her yek xwedî taybetmendiyekê ne."

QIRÊJIYA PLASTÎKÊ

Hêlîn li ser qirêjiya plastîkê wiha pê de çû: "Kombûna qirêjiya plastîka çêkirî di jîngehê de bareke mezin çêdike. Ew jî ji ber jêdera çêkirina wê; petrola xav e û pêdiviya wê bi sedan salan heye ku bihêle û ji hev bibe. Piştî heliya jî madeyên xeternak çêdibin, jîngehê qirêjî dike û nexweşiyên xeternak li ser tevahî zindiyan çêdike.”

SEDEMÊN QIRÊJIYA PLASTÎKÊ

Hêlîn behsa sedemên qirêjiya plastîkê kir û wiha anî ziman: "Rêjeya dubaresaziya wê li gorî kaxiz, karton û camê kêm e. Ji ber ku astengiyên wê hene. Tenê ji sedî 9 ji nû ve tê çêkirin û yên din dibin qirêjî. Di aliyê biyolojîk de jî plastîk zû bi zû nahele. Ji ber wê pêdiviya helandina wê bi hezaran salan heye. Ji ber pîvan, hêsanbûna çêkirin û erzanbûna wê pir tê bikaranîn. Heta 2018′an zêdetirî 359 milyon ton hate çêkirin."

RÊBAZÊN SÎNORDARKIRINA QIRÊJIYA PLASTÎKÊ

Hêlîn rêbazên sînordarkirina qirêjiya plastîkê şîrove kirin û wiha got: "Divê siyasetên tund ên pêçandina kel û pelan bi plastîkê di hundirê kargehan de werin ferzkirin, her wiha bac li ser bikaranîna tûrên plastîkê were birîn. Divê di malan de çop û madeyên plastîk ji hev werin cudakirin. Plastîk ji nû ve were bikaranîn û kargehên ji bo vê yekê werin teşwîqkirin.”

Hêlîn anî ziman ku divê welatî li ser paqijbûna jîngehê werin hişyarkirin, bi taybt zarok, da ku çopên plastîkê werin kêmkirin.

Hêlîn Hisên di dawiya semînerê de bal kişand ser hewldanên li herêmê yên sînordarkirina diyardeya qirêjiya plastîkê ku di paqijiya jîngeh û herêmê de dibe alîkar. Ji wan projeyan yek a li Hesekê ye ku li ser pêkanîna dubaresaziya çopên malê û ji nû ve bikaranîna wê dixebite. Her wiha divê hemleyên zanakirina jîngehê di dibistanên herêmê de werin pêkanîn û divê demek ji bo perwerdekirina zarokan li ser dubaresaziya çopê û teşwîqkirina wan li ser kêmkirina çopê were veqetandin.

Hêlîn bang li welatiyan kir ku jîngehê biparêzin û qirêjî nekin û got: "Em li vir dijîn, divê em jîngeha xwe paqij bikin."

(fr)

ANHA